Hevserokên KCD'ê: Darizandin kumpasa li dijî siyaseta Kurt e 2020-06-29 13:57:01 AMED - Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, binçavkirin, serdegirtin û mohrkirina KCD'ê şermezar kirin û gotin: "Dixwazin lîsteya 801 delegeyên wekî dijzagonî nîşan bidin û bikin rêxistina dijzagonî. Darizandina delegeyan kumpasa li dijî siyasetmedarên Kurd û saziyên demokratîk e."  Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, têkildarî serdegirtina avahiya KCD'ê, mohrkirin û binçavkirina delegeyan daxuyanî dan. KCD'ê bi sernavê “Darizandina KCD'ê divê bi lez bê rawestandin û divê kongreya me xebatên xwe yên demokratîk bidomîne" daxuyanî da û bal kişand ser serdegirtina malan, binçavkirin û girtinan. Hevserokên KCD'ê, anîn ziman ku hemû cemawerî dizane ku li dijî saziyên demokratîk û delegeyên wan pêkanînên faşizmê hene û wiha gotin: "Pêkanînên li dijî hiqûq, li dijî pîvan û li dijî sincê berdewam dikin. Dayikên 70 salî, jinên ducanî tên binçavkirin û girtin. Akademisyen, siyasetmedar, sendîkavan, rojnameger, ciwan, jin, ekolojist û gelek nûnerên civakê, ji ber tev li xebatên kongreya me bûne û bûne delegeyê kongreyê, bi awayekî faşizanî bi ser malên wan de digirin. Wan bi îşkenceyê binçav dikin û digirin. Gelek mirov ji ber bûne delegeyê kongreya me li dijî hiqûq û zagonan tên darizandin. Hemû cewawerî û gelê me dizane ku em carek din rastî pêkanînên faşîzan ên serdema 12'ê îlanê tên."    Hevserokan, anîn ziman ku Kongreya wan, piştî hewldana darbeya 2016'an di 9'ê Cotmeha 2018'an û 26'ê Hezîrana 2020'an de du caran rastî serdegirtina li dijî zagon û hiqûqê hat û wiha anîn ziman: "Du caran li diji hiqûq û zagonê bi ser kongreya me de girtin. Herî dawî bi awayekî keyfî kongreya me mohr kirin. Armanca vê yekê saziyên me yên demokratîk mohr bike û xebatên wan ên demokratîk asteng bikin. Dixwazin bi temamî xebatên wan rawestînin.  Herdu serdegirtin li dijî hiqûqê ne. Dest danîn ser alav û amûrên ku nûnertiya kongreyê dikin. Tabelaya saziya me desteser kirin û xwestin bikin delîla sûc. Di serdegirtina saziyên me de bang li parêzeran nekirin û lidijî pîvanên hiqûq û zagonê bi ser saziyan de girtin."    LÎSTEYA DELEGEYAN KIRIN LÎSTEYA BINÇAVKIRINÊ    Hevserokan anîn ziman ku lîsteya wan a delegeyan kirine lîsteya binçavkirinê û wiha lê zêde kirin: "Di serdegirtina berê de lîsteya  801 delegeyên me desteser kirin. Niha jî dixwazin bikin wekî lîsteya rêxistina li dijî zagonê. Piştî di 9.10.2018'an de bi ser saziya me de girtin û lîsteya delegeyan desteser kirin. Ji wê demê heta niha ew lîste kirine lîsteya binçavkirinê. Kesên wekî mêvan tev li kongreya me bûn jî bi ser malê wan de digirin û binçavkirin.    KUMPASA LI DIJÎ SIYASETA KURD E   Hevserokên KCD'ê anîn ziman ku AKP piştî 2016’an li dijî siyaseta kurd û rêxistinên demokratîk kumpasan pêş dixe û ev kumpasa herî mezin a li dijî siyaseta kurd û rêxistinên demokratîk e. Em bi vê daxuyaniyê carek din pêdiviyê dibînin ku KCD'ê tarif bikin. Her mirovê ku piçek siyasetê zanibe dizane ku KCD çiye. Dizane ku KCD çawa kar dike û xebatên çaw dike. Hemû gelê me vê heqîqetê zanin. KCD sîwaneya hemû rêxistin û saziyên demokratîk ên Kurdan e. Hemû rêxistinên kurdan di bin vê sîwanê de xebatên xwe dimeşînin. Ev karekî rewa û hiqûqî ye. 13 salin vê xebatê aşkere dike. Li gorî pîvan û peymanên neteweyî û navneteweyî hatiye avakirin. kongreya me ji aliyê Meclîsê ve hatiye naskirin. Hewl dide hemû xebatên xwe bi rêya demokratîk bimeşîne. Dixwaze meseleya Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bike. Tu kumpas û lîstik nikarin vê heqîqetê xera bikin. "   Hevserokan bang li AKP’ê kir u xwest dest ji van êrîşan berdin û wiha berdewam kirin: "Eger hûn êrîşî saziyên demokratîk û Kurdan bikin hûn dê winda bikin. Gelek mînakê vê yekê di rûpelên dîrokê de hene. Ger ku armanca we hûn bi gelê Kurd de bijîn divê hûn dest ji van pêkanînên faşizanê berdin û Ev mohrkirin bi awayekî polîtîk û çandî li hemû gelê Kurd û Tirk hatiye xistin. Di aliyê hiqûqî û sincî de tu wateya vê mohrkirinê tune ye. darizandina KCD'ê û mohrkirina KCD'ê kumpasa li dijî siyaseta kurd û rêxistinên demokratîk e. "    BANG LI GELÊ KURD KIRIN   Hevserokan herî dawî bang li gelê Kurd kirin û xwest li dijî van hewldanên li dijî azadiya kurdan û desteserkirina nirxên kurdan hemû kurd di çarçoveya yekîtiya neteweya Kurd de li hev kom bibin û bibin yek. Em bang li hemû rêxistinên demokratîk û kedê dikin ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin.