OHD: Îşkenceya giran li Çetîn hatiye kirin, em ê pêvajoyê bişopînin 2020-06-29 15:11:33 AMED - Rêveberên OHD’ê diyar kirin ku îşkenceyek giran li aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn hatiye kirin û dê derbarê pêvajoyê de rapora xwe parve bikin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bimeşînin.   Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) derbarê îşkencekirina Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Sevîl Çetînê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, aktîstên TJA’yê, rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê, MED TUHAD-FED, Baroya Amedê, MEBYA-DER, ÎHD û OHD’ê beşdarî civînê bûn. Di daxuyaniyê de Rêvebera OHD’ê ya Şaxa Amedê Seda Zengin daxuyanî da.    ‘ŞOPA PELAVAN LI PIŞTA WÊ ÇÊBÛNE’   Zengîn bi bîr xist ku polîsan di 26’ê hezîranê de aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn îşkence kirine û got: “Polîsan deriyê malê şikandine û ketine hûndirê malê, bi du kuçikan êrişî Çetîn kirine û îşkence lê kirine. Di encama êrişê de Çetîn ji lingên xwe û gelek deverên laşê xwe birîndar bûye. Dîsa polîsan pê li pişta wê kirine, cihê pêlava wan li pişta wê çêbûne. Çav û lêva wê birîndar kirine. Çetîn di mala xwe de sê saet û nîv ji pişt ve kelepçekirî hatiye hiştin. Li gel ku Çetîn ji polîsan re gotiye ku nexweşa penceşêrê ye jî dîsa îşkence berdewam kiriye.”   ‘LI ŞÛNA ÎŞKENCEKARAN HEVALA ME XISTINE BER LÊPIRSÎNE’    Zengîn destnîşan kir ku polîsan tacîzê li Çetîn kiriye û wiha got: “Polîsan wêneyên nîv tazî yên Çetîn girtine û ew tacîz kirine. Dîsa bi dehan caran heqaret lê kirine û xeber jê re gotine. Ji bo ku îfadeya wê bigirin kursiya bi teker çûye edliyeyê û pişt re birine Şaxa TEM’ê ya Merdînê. Niha jî li wir tê girtin. Daxwazên ku îşkence were tespîtkirin hêj dozger qebûl nekiri ye.” Zengîn, da zanîn ku ji bo îşkence were belgekirin û faîl derkevin holê lêpirsîneke berfireh hewceye û got: “Di dema binçavkirinê de ji ber ku li gor Protokola Stenbolê tevnegeriyane, tu peywîrdaran mekamên edlî agahdar nekirine. Em bi bîr dixin ku divê demildest derbarê berpirsiyarên îşkenceyê de lêpirsîn were destpêkirin. Dîsa rêvebera me Gulîstan Ataş a ku îşkenceyê ragihand û belav kir hatiye astengkirin û dozger xwestiye îfadeya wê bigire.”   ‘ROJ BI ROJ ÎŞKENCE ZÊDE DIBE’    Zengîn da zanîn kir ku îşkence li gorî Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan qedexeye û li gorî peyemana ku Tirkiye jî îmze kiriye divê îşkenceyê neke û li gorî Qanûnên Cezayê ya Tirkiyê jî îşkence wek sûcê mirovahiyê tê zanîn. Zengîn anî ziman ku roj bi roj îşkence li Tirkiyê zêde dibe û îşkence derketiye asta sîstematîk. Zengîn got derbarê wan polîsên ku îşkence kirine lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin. Zengîn got dixwazin bi vê îşkenceyê pêşî li têkoşîna demokratîk û azadîxwaz a jinan bigirin.    ‘DIVÊ ÇETÎN WERE BERDAN’    Zengîn diyar kir ku ew îşkenceya li Çetîn hatiye kirin qebûl nakin û divê derbarê îşkencekaran de demildest lêpirsîn were destpêkirin. Zengîn da zanîn ku lazime Çetîn demildest were dermankirin û berdan. Zengîn got ew bi bîr dixin ku îşkence qedexe ye û dê derbarê pêvajoyê de raporek bi raya giştî re parve bikin û dê têkoşîna hiqûqî birêve bibin.