Polîsan nehişt stranbêj daxuyaniyê bidin 2020-06-29 19:17:28     AMED - Stranbêjên heremî yên Amedê xwestin der barê pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin daxuyaniyekê bidin. Lê belê polîsan daxuyaniya stranbêjan asteng kir.    Li Amedê stranbêjên herêmî xwestin der barê pirsgirêkên ku di dema şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) de bi wan re rû bi rû mane û hê jî dimînin daxuyaniyekê bidin. Gava stranbêjan xwest li navçeya Peyasê li ber avahiyeke alvêrê daxuyaniyê bidin polîsan ew asteng kirin û nehiştin daxuyaniyê bidin. Piştî astengkirinê stranbêjan jî deqeyekê şipyakî sekinîn û enstrumanên bi xwe re anîn danîn erdê û bi vî awayî bertek nîşanî astengkirinê dan.   Piştî deqeyekê çalakiya stranbêjan bi çepikan bi dawî bû.