Di lêpirsîna KCD'ê de 4 kesên din jî hatin girtin 2020-06-29 19:28:41   AMED - Di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de ji kesên hatibûn binçavkirin 12 jê hatin berdan û 5 kes jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de dabû destpêkirin 45 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 16 kes jê sewqî edliyeyê hatibûn kirin û 8 kes jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Îro jî Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, ji Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek û rojnamevan Ayşe Kara jî di nav de 29 kesên din jî sewqî edliyeyê hatibûn kirin.    4 KES HATIN GIRTIN   Li dadgehê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, rêvebirên Şaxa SES a Amedê Mahfûz Karaaslan û Gonul Ogûr û Îbrahîm Halîl Taş, Mehmet Saglam, Seher Ozgen Aytek, Selva Akkoyûn, Suphî Îzol, Azad Can, Enver Temîz, Ferhat Erkûş û Gûrbet Çakarbi şertê kontrola edlî hatin berdan. Mehmet Gungormuş, Fesîh Balbey, Mehmet Cahît Ay û Emrûllah Zumrut jî hatin girtin.    Li dadgehê lêpirsîna 13 kesan didome.