Zarok di nava sergoya 40 salî de dilîzin 2020-06-30 09:09:51   MANÎSA - Li Salîhliyê zarok di nava sergoya 49 salî de dilîzin. Welatiyên bajêr, xwestin ku qada sergoyê ya ev 40 salin lê tê rijandin bê rakirin û diyar kirin ku weke ku ev der bûye cihê lîstûka zarokan, lê ji ber vê sergoyê her cure nexweşî belav dibin.    Welatiyên, li Taxa Gaffar Okkan a navçeya Salîhlî ya Manîsayê dijîn, ji bo ku qada bi salane sergoya bajêr lê tê rijandin, bêkirin têdikoşin. Niştecihên taxê, diyar kirin ku rêveberiya herêmî di her hilbijartinê de, soza rakirina sergoyê didin wan, lê ligel ku 40 sal derbasbûn jî, ev pirsgirêka wan nehatiye çareser kirin. Welatiyan, dan zanîn ku zarok di nava sergoyê de dilîzin û wiha got: “Di ber sergoya bajêr re çem di herike. Di mehên zivistanê de, ava çem bilind dibe. Havînê jî çem bi sergoyê tije dibe. Niha çemek bi sergoyê tije bûye. Zarokên me ji ber rewşê nexweş dikevin.”   ZAROKEK SEQET MA    Hat dest nîşan kirin ku ji ber nebaldariya ajokarên kamyonên sergoyê, gelek caran zarokên li qadê dilîzin bi qezayan re rû bi rû dimîn in û di salên derbasbûyî de zarokek ji ber vê sedemê seqet ma.