Qeyûm meaş daye ên nexebitîne jî! 2020-06-30 09:12:57 MÊRDÎN - Derket holê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê haatiye kirin 5 kes bêyî li şaredariyê bixebitin meaş digirin. Derbarê kesên ev ye kirine de lêpirsîn nehatiye destpêkirin û ser bûyer hatiye girtin.  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm atyinî wê hatiye kirin ku tim bi bertîl, nelirêtî û torpîlê di rojevê de ye, niha jî nelirêtiyekê din jî derket holê. Ev nelirêtî li îştiraka şaredariyê Şîrketa Anonîm a Kentê çêbûye. Piştî Mûstafa Yaman di 19'ê Tebaxa 2019'an de cara dudoyan tayinî şaredariyê hat kirin, navê hin kesan li lîsteya yekeya hesabgêriyê zêde kiriye û ev kes bêyî bişixulin zêdetirî 6 mehan meaş girtine. Belgeyên vê nelêritiyê bi dest me ketın.    Li gor lêkolîn û belgeyan O.Y., Ş.Y., M.H.T., C.Y. ve F.G. bêyî li şaredariyê bişxiulun her meh ji Vakifbankê di navbera 3.500-5000 TL'yî de meaş girtine. Bi giştî 171 hezar û 789 hezar TL wergirtine.    Ji bo ser bûyerê bê girtin bi îmzeya Wekîlê Serokê Desteya Rêvebir a Kent AŞ.'yê Zeynî Teker, rêvebirê Kent AŞ.'yê A.K. û personleê Kent AŞ.'yê H.K. ji kar hatin derxistin. Piştî her du kes ji kar hatin derxistin ser bûyerê hat girtin. Lê piştî ev kes ji kar hatin derxistin kifş bû ku hejmara kesên bi vî rengî ne tenê 5 kes in, zêdetirî 5 kesan e.     MA/ Ahmet Kanbal