Rojnameger Bulut: Polîsan 2 saetan ez li nava Amedê gerandim 2020-06-30 10:17:30 AMED – Rojnameger û Rêveberê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Zeynel Bulut ê ku duh di bîranîna rojnameger Mazlûm Erencî de hat binçavkirin diyar kir ku polîsan 2 saet ew li nava bajêr gerandine, xwestine wî bikişînin nava sohbetê û piştî gelek pirsên ecêb jê kirine û piştî îfadeya wî girtin saet di 02.00'ê şevê de berdane.     Duh êvarî malbata rojnameger Mazlûm Erencî û hevalên wî yên çapemeniyê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bernameya bîranînê li dar xistin. Polîsan bîranînê asteng kir û destûr nedan ku rojnameger Erencî bibîr bînin. Piştî rêzgirtinê polîsan rojnameger Zeynel Bulut bi hêceta “kesan vexwendiye rêzgirtina bîranînê” binçav kirin. Polîs, piştre Bulut li maşîneya zirxî siwar kirin û li şûna bibin Miduriyeta Polîsan a Amedê, ew 2 saetan li nava bajar gerandin. Piştî ku îfadeyên Bulut girtin saet di 02.00'ê şevê li Şaxa TEM’ê ya Navçeya Rezana Amedê girtin, serbest berdan.    2 SAETAN LI NAVA BAJÊR GERANDIN      Rojnameger Bulut behsa nêzîkatiya polîsan li hember xwe kir.  Bulut diyar kir ku ew bi hêceta rêzgirtina bîranîna Mazlûm Erencî hat binçavkirin û wiha vegot: “Piştî ez binçav kirim, bi maşîneya zirxî du caran ji Goristana Yenîkoyê heta pişt Otogara Navbajaran birin û anîn. Li derdora Yenî Hal û Ceylan AVM’ê gerandin. Pişt re ez birim Seyrantepeyê. Ji vir jî min anîn Tesîslera û ji wir jî birin Nexweşxaneya Eskerî ya Amedê. Kontrola tenduristiyê kirin. Ji saet 17.30’an heta nêzî 19.30’an ez li nav bajar gerandim."     XWESTIN MIN BIKIŞÎNIN NAVA SOHBETÊ    Bulut anî ziman ku polisan her tim xwestin wî bikişînin nava sohbetê û wiha got: "Pirsên ecêb yên wek tu kî yî? Çima hatiyî goristanê? pirsîn. Min got tu van rêyan nizanî, wan jî got wisa hewce dike. Ji ber ez bi wan re neketim minaqeşeyê û bi israr dixwestin min bikişînin nava sohbetê û bidin axaftin. Wan jî dizanibû ragirtina min ne sûc e. Lê ev meseleya ragirtina min muameleyek kêfî bû û dixwestin min çavtirsandî bikin. Hêcetek xurt a min binçav bikin jî tune bû. Li benda fermana dozgeriyê bûn."     BIRIN ŞAXA TEM'ê     Bulut da zanîn ku ew birin Şaxa TEM'ê û got: "Piştî nexweşxaneyê ez birim Miduriyeta Polîsan a Amedê. Lê li vir îfadeyek rûbirû negirtin. Li emniyetê jî car carna diçûn û dihatin sohbet dikirin. Ji bo îfadeyê ji Miduriyeta Polîsan sewqî Şaxa TEM’ê ya navçeya Rezanê kirin. Di derengiya şevê de îfadeyê min girtin û berdan.”