Pêşniyara pir-baro pêşkêşî meclisê hat kirin 2020-06-30 12:10:54 ENQERE – AKP’ê pêşniyara xwe ya pir-baro ya ji bo guhertina rêxistibûna baroyan ku ji 28 xalan pêk tê pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir.    AKP’ê “Pêşniyarqanûna Derbarê Qanûna Parêzertirtiyê û Guhertina Hin Qanûnan” ku sererastkirina pir-baro jî dihewîne nav xwe pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir. Serokwekîlê Koma AKP’ê Cahît Ozkan, derbarê pêşniyarê axivî û diyar kir ku pêşniyarqanûna wan a ji 28 xalan pêk tê pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirine û ji bo avakirina baroyê jimara 2 hezarî pir girîng dibînin.    WÊ LI TBB’Ê BI NÛNERAN BÊN NÛNERKIRIN   Ozkan, derbarê pêşniyarqanûnê de ev tişt got: “Wê her baro li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê karibe bi 3 delege û serokekî bê nûner kirin. Li bajarên mîna Stenbol, Enqere û Îzmîrê ku hejmara endamên baroyan ji 5 hezarî zêdetir in, 2 hezar parêzer bên gel hev wê karibin baroya duyemîn, sêyemîn ava bikin. Jimara 2 hezaran pir girîng e.”