'Mîtînga parastinê' ya hiqûqnasan dest pê kir 2020-06-30 12:46:20 STENBOL – Parêzer û hiqûqnasan, li pêş Edliyeya Çaglayanê dest bi "Mîtînga parastinê" ya li dijî hewldana AKP'ê ku dixwaze pergala hilbijartina baroyan biguherîne kir.    Îqtîdara AKP- MHP'ê, bi boneya pergala hilbijartina baroyan biguherîne pêşnûmeya zagonê pêşkêşî meclîsê kir. Li dijî vê hewldana îqtîdara AKP-MHP'ê, Baroya Stenbolê li pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê dest bi mitîngê kir. "Mîtînga Parastinê" ya ku gelek parêzer û hiqûqnas beşdar bû, dest pê kir. Beriya ku mîtîng dest pê bike, bi sedan polîsan li dora qada mîtîngê bi hesinan bariyer ava kirin. Parêzer jî bi cubeyên xwe di nokteyekê re ketin qada mîtîngê. Parêzeran bi dirûşmeya “Parastin bêdeng nema dimeşe" ketin qada mîtîngê. Parêzeran dowizên “Em ê mafê parastinê biparêzin" li qada mîtîngê rakirin. Mîtingê bi axaftina Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu dest pê kir. Mîtîng bi axaftinan didome.