Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal hat girtin 2020-06-30 15:35:46   AMED – Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal ê di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCD’ê de hat binçavkirin û bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de polîsan di 26’ê hezîranê de bi ser Weşanxaneya J&J de jî girtibû û piştî serdegirtinê xwediyê weşanxaneyê Azad Zal (Mehmet Gungormuş) binçav kiribûn. Polîsan di serdegirtinê de dest danîbû ser gelek pirtûkan jî.     Karûbarê binçavkirina Azad Zal li Miduriyeta Polîsan a Amedê qediya û wî birin Dadgeha Amedê. Piştî îfadeyên Zal hatin girtin bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.