Polîsan bi tundî mudaxileyî serokên baroyan kir 2020-07-03 16:14:06   ENQERE – Serokên baroyan ên li dijî pergala “pir baroyan” di çalakiyê de û piştî daxuyaniya li ber Edliyê xwestin ber bi Meclîsê ve bimeşin polîsan ew asteng kirin. Polîsan bi awayek tund mudaxileyî serokên baroyan kir.    Serokên baroyan li Enqereyê li dijî teklîf ango daxwaza “pir baroyan” a AKP’ê li Enqereyê kom bûne. Li ser vê teklîfê li Meclîsê hevdîtin di navbera partiyan de tê kirin. Serokên baroyan û parêzer ji duh ve li ber deriyê Meclîsê di çalakiyê de ne. Serokên baroyan çûn ber Edliya Enqereyê daxuyanî dan û giliyê qedexeya çalakiya xwe kirin. Piştî daxuyaniyê serokên baroyan xwestin dîsa bimeşin ber deriyê Meclîsê. Polîsan rêya wan birî û geneşî di navbera wan de derket. Bi hezaran parêzer dirûşmên “Qutifandin tune berxwedan heye”, “li dijî faşîzmê serî rake” û “Parastin bêdeng nebû û wê bêdeng nebe” berz kirin.    POLÎSAN BI TUNDÎ MUDAXILEYÎ HIQÛQZANAN KIR    Parêzeran bariyên ber Edliyê derbas kirin. Polîsan xwe li meşa parêzeran negirt û bi awayek tund mudaxile kirin. Polîsan di mudaxileyê de gaza îsotê bikar anî. Hat gotin astengkirin û qedexeya çalakiya serokên baroyan li ser daxwaza Walîtiya Enqereyê pêk tê. Rageşiya navbera parêzeran û polîsan didome.