Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike 2020-07-04 09:08:07 AMED - Stranbêjên herêmî yên Amedê bal kişandin ser pirsgirêkên pê re rûbirû mane û gotin: “Kes rewşa stranbêjan nafikire. Stranbêj hem ji aliyê aboriyê, hem jî ji aliyê civakî ve mexdûr in.” Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) eywanên dawetan jî ji 19’ê adarê û vir ve girtî bûn. Di 1'ê tîrmehê de car din hatin vekirin. Wezareta Karên Navxweyî ji bo eywanên dawetan giştînameyek parve kir û tê de hin pîvan diyar kirine. Di giştînameyê de 14 xal hene. Xalek jî ew e ku di dawetan de ne lîstik, ne jî govend divê neyê gerandin. Yek ji bajarên ku dawetên wê qelebalix in jî Amedê. Li Amedê 110 eywanên dawetê û nêzî hezaran stranbêjên herêmî û sazbend hene. Stranbêjan anîn ziman ku li gor xalên hatine diyarkirin wê nikaribin tu karî bikin û mexdûr in.   ‘DIVÊ REWŞA STRANBÊJAN NE WISA BE’   Stranbêj Yilmaz Kurttekîn ê ku 30 sal e karê muzîkê dike, diyar kir ku karê ku niha tê kirin berdêla wî nayê dayîn û wiha got: “Keda hevalên stranbêj ji xwe nedihat dayîn û rewşa wan nebaş bû. Piştî pêvajoya şewba vîrûsa koronayê derket asta birçîtiyê. Hinek hevalên me nikarî nan bibin malên xwe. Ji ber ku tu dahata wan nîne û ji aliyê pergalê ve jî tu ewlehiya wan tune ye. Gelek hevalên me ji bo alîkariyê serî li saziyên dewletê dan, lê li wan ne zivirîn. Ev pêvajoyeke wisa bû ku rewşa hinek hevalan derket asta xwe kuştinê. Hevalekî me divê ji bo zarokê xwe şîr kerîbûya lê pereyê wî tune bû. Ji ber vê yekê jî heta ku zarokê wî radize li ber derî dimîne. Ev rewşeke trajîk e. Divê rewşa stranbêjekê yan jî kedkarekê ne wisa be. Pêvajoya şewba vîrûsa koronayê bandoreke mezin li rewşa stranbêjan a aboriyê kir. Kes rewşa stranbêjan nafikire. Stranbêj hem ji aliyê aboriyê hem jî ji aliyê civakî ve mexdûr in.”   ‘DÊ REWŞA BIRÇÎTIYÊ BERDEWAM BIKE’   Kurttekîn, bal kişand ser giştînameya ku Wezareta Karên Navxweyî li ser vekirina eywanên dawetan weşandî û wiha axivî: “Vekirina eywanên dawetan dê çawa be em nizanin. Stran dê werin gotin? Heke werin gotin dê çawa be? Ez naxwazim reşbîn bim lê muhtemelen rewşa birçîtiyê dê berdewam bike. Pirsgirêkên pir cidî di vê sektorê de hene. Heke ez di kargehekê de nikarim enstrumanekê lê bixim û berdêla keda xwe negirim wê demê ev kare qediya ye.” Kurttekîn, bang li hemû stranbêjan kir ku li gor pîvana karê xwe tevbigerin û wiha berdewam kir: “Divê ewlayiya hemû hevalan a civakî û dahateke aborî hebe. Em jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin bi diyalogê ev kar were çareser kirin. Heke ew nebe em ê weke stranbêjan li ser tu dîkan stran nebêjin. Wê demê em ê binêrin cihên kar wê çawa mûzîkê çêbikin. Stranbêj divê keda xwe binpê nekin û berxwe bidin.”   ‘STRANBÊJ JI BO KU BIRÇÎ NEMÎNIN TÊDIKOŞIN’   Nûnerê Federasyona Hunermend û Stranbêjan ê Amedê Semîh Yildiz ê bi navê Rênas Pîro tê nasîn 30 sal e stranbêjiyê dike, niha li Komeleya Çandê ya Dîcle û Firatê xebatên xwe hunerî birêve dibe. Rênas Pîro jî, da zanîn ku stranbêjên herêmî bi dahatên rojane debara xwe dikin û wiha got: “Ji ber ku bi pandemiyê re karê stranbêjan sekinî weke masiyê ku tu ji avê derxînî lê hatin. Hevalên me hatine asteke wisa ku niha nikarin bêhnê bistînin. Niha ji bo ku hevalên me birçî nemînin têdikoşin.” Pîro, bal kişand ser bangên rayedarên dewletê yên derbarê şewba vîrûsa koronayê de û wiha bi lêv kir: “Baş ku dewletê got ‘herin li malên xwe rûnin.’ Lê qet nefikirî ku ev virov dê çawa li malên xwe bisekinin. Wê çawan debara xwe bikin. Ji bo vê yekê tu tedbîr nehatin girtin û hêj jî nayên girtin. Henekên xwe bi civakê dikin.”   ‘HIKUMETÊ PANDEMÎ JI XWE RE KIR FERSEND’   Pîro, destnîşan kir ku giştînameya Wezareta Karê Hundir a derbarê eywanên dawetê de weşandî henekên xwe bi civakê kirine û wiha domand:"Hikumetê ev pandemî ji xwe re kir fersend. Li cem kurdan bê govend dawet çênabin. Heke guvend gerandin tune be, tu wateya dawetên me jî nîne.” Pîro, bi bîr xist ku dewletên Ewropayê bi tevdîrên şewba vîrûsa koronayê alîkariya civaka xwe kirin û got: “Li Tirkiyeyê, ger qedexe û tedbîr hebin divê alîkariya gel bê kirin.” Pîro, da zanîn ku hikumet ji aliyê aboriyê ve mecbûre ku piştevaniya stranbêjan bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibe ku em her roj derkevin qadan û pêşberî çapemeniyê. An jî em ê muzîkê boykot bikin û bêjin em êdî stranan nabêjin.”   MA / Fahrettîn Kiliç