ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-05 09:00:06   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bertek nîşanî mudaxaleya li dijî KCD'ê da û got: "Ev perçeyekî Plana Rizandinê ya AKP'ê ye. KCD ne tenê avahiyek û tabelayek e. Cewherê vê mudaxaleya KCD'ê êrîşa li dijî pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye.    * Ji akademîsyenên ku bi zilma KHK'ê re rû bi rû mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Prof. Dr. Halûk Savaş bû. Hevjîna wî Esen Savaş, anî ziman ku civak hatiye qirkirin û ji bo KHK'yan jî got: "Civak hat qirkirin. Helbet berpirsiyarê vê yekê îqtidar e. Lê ên piştgirî didin îqtidarê û li ber vê yekê ranebûn jî berpirssiyar in."    * Dolmîşvanên ku ŞAredariya Agiriyê ya AKP'î ew mexdûr kirine 18 roj in li baxçê şaredariyê di çalakiyê de ne.   * Karkeran destnîşan kir ku îqtidar û sermaye pev re dest datînin ser mafê wan ê tazmînatê û gotin, li dijî vê hewldana wekî "fermana mirinê" ye "greva giştî şert e."    *  Pispora Sendîkayê Pinar Abdal, destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de herî zêde jin ji kar hatine derxistin û got: "Bi rakirina tazmînata kidemê re jî wê wekî dema pandemiyê ewilî jin kar bên derxistin."     * Parêzvanê mafê mirovan Gundal Kûrşûn ku di "Doza Buyukadayê" de 2 sal û mehek ceza lê hat birîn, anî ziman ku dadgehê rezîltiya xwe îtiraz kiriye û ji bo bilindkirina têkoşîna mafên mirovan bang li her kesî kir.    * Ferhat Demîrbaş giliyê gardiyan û bijîşkên lê dabûn kiribû. Dozgeriyê piştî 2 salan biryara dozvenekirine da. Parêzerê Demîrbaş îtîraz kir û dadger jî serlêdanê nirxand û biryara dozvenekirinê ji ser dosyê rakir.    * Welatiyên elewî bertek nîşanî nivîsa “MHP” û îşareta “sê heyv” ku li ser Ziyaretgeha Dizgun Bava hatiye xêzkirin dan û vê yekê wek nijadperestiyê pênase kirin.    * Li Çiyayê Cûdî, birîna daran ku ji bo qaleqolên temam bûne, hatibû destpêkirin, bi mehan e didome.  Hat diyarkirin ku birîna daran di çarçoveya plana Santrala Termîkê de tê kirin.    * Hevjîn û zarokên Îzzettîn Çelîk ê di şerekê li herêma Xerzana Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, 26 salin li hestiyê wî digerin. Hemû lêgerînên malbatê bê encam man. Malbatê herî dawî berî salekê ji bo cezayên li Kîlyos hatine veşartin serlêdan kirin, lê hej tu bersiv ji wan nehatiye dayîn.    * Fatma Elarslan a 13 salî, di qedexeya derketina kolanan a Navçeya Hezexa Şirnexê de piştî 20 rojan mirî hatibû dîtin. Dozger hewce bi doza kuştina Fatma nedît û dosya girt.    * Li Êlihê ku her diçe hêjmara nexweşên şewba vîrûsa Covid-19 zêde dibe, pirsgirêka avê di asta jor de ye. Ji ber av naherike welatî nikarin paqijiyê bikin û nikarin parastina li dijî vîrûsê bikin. Serokê Odeya Tabîban a Êlihê Selahattin Oguz, xwest bi lez pirsgirêka avê bê çareserkirin.