‘Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin em ê têbikoşin’ 2020-07-05 11:44:35 ENQERE - Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ê 4 rojin di çalakiya li dijî pêşnûmeya baro ya pirhejmarî li ber Meclîsê hat lidarxistin de cih digire, diyar kir ku heya ku pêşnûme di Meclîsê de paşve bê kişandin ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.”    AKP û MHP ji bo guhertina qanûna parêzertiyê û pergala baroyan pêşnûme bir Meclîsê. Li ser vê guhertinê di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hevdîtinên lihevkirinê dewam dikin. Çalakiya serokên baroyan a li ber Meclîsê jî di roja 4’emîn de dewam dike.   Serokên baroyan ên li ber deriyê Çankaya ya Meclîsê çalakiya rûniştinê dewam dikin, şeva xwe di dorpêça polîsan de derbas kirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarê  (CHP) serokên baroyan ziyaret kirin û piştgirî dan wan.   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ê di çalakiya rûniştinê ya li ber Meclîsê cih digire de, ji ajansa me re axivî. Oncel, diyar kir ku ev sê rojin li ser textebendan dirazin û wiha axivî: “Ev 4 rojin ketina Çankaya ya Meclîsê bûye adresa me. Ligel em tên naskirin jî, dem bi dem ketina me ya baxçeyê asteng dikin.”   ‘DIBE KU PÊŞKETINÊN NÛ ÇÊBIN’   Oncel, da zanîn ku heya derengiya şevê jî parlamenterên HDP û CHP’ê wan ziyaret dikin û wiha got: “Parlamenter piştgiriyê didin me. Em spasiyên xwe pêşkêşî partiyên piştevaniyê didin me. Hevdîtinên Komîsyona Edaletê dewam dikin. Dibe ku îro bi dawî bibe. Ger hevdîtin bi dawî bibe, dibe ku em jî awayê çalakiya xwe ya li vir biguherîn in. Derbarê vê yekê de emê raya giştî agahdar bikin.”   Oncel, dest nîşan kir ku ewê îro saet 14.00’an de li ber Meclîsê daxuyanî bidin çapemeniyê û heya pêşnûme di Meclîsê de paşve bê kişandin ewê têkoşîna xwe dewam bikin.