Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî jiyana xwe ji dest da 2020-07-05 13:38:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî ku bi stran û dengê xwe navdar bû, ji yana xwe ji dest da.    Seydo Şîmşek ku di nava gel de wekî “Xalê Seyîtxanê Boyaxçî” dihat nasîn û di nava gel de bi stranên xwe pir dihat hezkirin, jiyana xwe ji dest da. Şimşek, ku li Amedê dijiya ji ber enfeksiyonê bedena wî felç bûbû û dihat dermankirin. Şîmşek, piştî têkoşîna li dijî nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.