ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-06 09:00:26   * Li navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê, gundiyên ku DEDAŞ’ê ceyran ji ser wan qut kir û ji ber vê yekê ava bîrêwan jî qut bû, li ber navendên trafoyan dest bi girtina nobetê kirin. Şêniyên gundan ku yekîneyên DEDAŞ diqewirînin, bertek nîşanî rayedaran dan û gotin “Em êdî bûne hesreta dilopek av."    * Çalakiya greva birçîbûnê ya ku 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dane destpêkirin di roja 12’an de didome. Girtî Mehmet Bînîcî, diyar kir ku ger heta 4 hefteyan daxwazên wan pêk neyê dê hemû girtî dest bi greva birçîbûnê bikin.    * Endamê Meclisa DBP’ê Murat Kan têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê, diyar kir ku li dijî êrîşên ku îmhakirina kurdan dikin armanc, divê gelê kurd li her çar perçeyên welat û ewropayê bi girseyî têbikoşin.   * Bi lîsteyekê derket holê ku Walî û Qeyûmê nû yê Mêrdînê Mahmut Demîrtaş, piştî tayînî Mêrdînê bû, rojek şûnde gelek AKP’î bi hinceta "Pêdivî heye" xistin karê şaredraiyê.    * Cîgira Hevserokên HDP'ê ya ji Bawerî û Gelan Berpirsiyar û Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku îqtîdar li dijî nasname, bawerî û fikrên cuda zordestiyê dike û got: "Bîrdoziya fermî ji 82 milyon welatî dixwaze ku wekî berhemên ji fabrîqeyê derketibe, bike yek tîp.    * Xizmetkarên Tenduristiyê, dê li dijî biryara Lijneya Hifzissihha ya Îzmirê ku armanc dike çalakiyên xizmetkarên tenduristiyê qedexe bike, serlêdana sûc bikin. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Îzmirê Nursel Yucesoy, anî ziman ku ew ê li dijî vê biryarê serlêdana sûc bikin.    * Hevserokê EGE-TUHAY-DER'ê Ahmet Ertaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku bi şewba vîrûsê re binpêkirina mafên girtiyan zêde bûye û girtiyên nexweş li ber mirinê ne.    * Danişîna doza Dr. Ozgur Tarhan ê teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.30)   * Lijneya koordînasyona Bajar a MMOB'ê ya Amedê dê têkildarî îhale û sucên bajar li Şaxa Odeya Mimaran daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buro (BES) ya Enqereyê dê ji bo daxwazên xwe yê zema zêde li avahiya sendîkayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, dê têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * Hunermendên NÇM'ê dê biçin serdana gora Dengbêj Seyîdxanê Boyaxcî ku duh jiyana xwe ji dest dabû û li Goristana Yenikoyê hatibû veşartin. (17.00)