12 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Rihayê didome 2020-07-06 09:04:06 RIHA - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dane destpêkirin di roja 12’an de didome. Girtî Mehmet Bînîcî, diyar kir ku ger heta 4 hefteyan daxwazên wan pêk neyê dê hemû girtî dest bi greva birçîbûnê bikin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya 5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê di roja 12'an de didome. Çalakiya 5 kesên din ên koma duyemîn jî di roja 3'an de didome. Girtî Mehmet Bînîcî, bi rêya birayê xwe Mukader Bînîcî agahî dan û diyar kir ku eger daxwazên wan pêk neyê dê her hefte 5 hevalên wan ên nû dest bi çalakiyê bikin û heta 4 hefteyan daxwazên wan pêk neyê dê hemû girtî dest bi greva birçîbûnê bikin.    TENÊ ÇARE GREVA BIRÇÎBÛNÊ YE   Mehmet Bînîcî, bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" 9 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîne. Bîrîcî 4 sal û 3 meh in li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê girtî ye. Mehmet Bînîcî bi rêya telefonê agahî da birayê xwe Mukader Bînîcî. Mukader Bilicî, anî ziman ku birayê wî ji bo pirsgirêkên girtîgehê xwestiye bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bike, lê rêveberiya girtîgehê ev yek red kiriye. Mukkader Bîncî wihagot: "Birayê min Mehmet  diyar kir ku tu rê ji wan re nehatine hiştin. Tenê çare greva birçîbûnê di destê wan de maye. Mehmet anî ziman ku dixwazin wekî mirovan li girtîgehê bijîn. Got 'Ksên nû tên girtin û wan tînin girtîgehê bi zorê wan di lêgerîna tazî re derbas dikin. Yek ji pirsgirêka herî mezin lêgerîna tazî ye. Dîsa pirsgirêka avê heye. Di vê pêvajoya şewbê de rojê 3 saetan avê didin me. Amûrên paqijiyê nadin me. Me sewqî nexweşxanyê dikin lê beyî em bijîşk bibînin me dîsa vedigerînin. Sibê û êvarî bi 5-10 gardiyanan tên jimartinê dikin. Dixwazin disa şewbê li qawîşan belav bikin.' Birayê min Mehmet bi nexweşiya kronîk e. Sibê tiştek bê serê wan dê bêjin 'Me bir nexweşxaneyê. Dibin nexweşxaneyê, lê muayîne nakinû dîsa vedigerînin. Birayê min 2 caran birin nexweşxaneyê, lê tedawî nekirin û vegerandin."     LI KAWÎŞA 16 KESAN 23 KES HENE   Mukader Bînîcî, da zanîn ku birayê wî destnîşan kiriye ku hefteyê 2-3 caran li odeyan lêgerîn dikin û wiha axivî: “Mehmet anî ziman ku di lêgerîna odeyaen de nêzi 20 gardiyan tev li lêgerînê dibin. Ev lêgerînek keyfî ye. 4 meh in em nikarin biçin hevdîtinê. Ketin û derketina girtîgehê hatiye girtin. Birayê min anî ziman ku li kawîşa 16 kesan 23 girtî hene û serê sibê 2 saetan dereng derdixin hewşê û êvarî jî 1 saetê zû hewşê li wan digirin.    Bînîcî, da zanîn ku heta niha 12 caran li rêveberiya girtîgehê geriya ye, lê her tim muxataban nabîne.    Di 24'ê Hezîranê de girtî Îlyas Yeşilçayir, Ahmet Sabaç, Emrullah Oruç, Serhat Bulut û Bahtiyar Aygun û di 4'ê Tîrmehê de Hidayet Duger, Hidir Demirtaş, Erkan Bayram, Mehmet Tahir Ozcan û Reber Varhan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveker kirine.    DAXWAZÊN GIRITYAN     Girtiyan bi daxwaza pirsgrêka avê bê çareserkirin, girtiyan bişînin revîr û nexweşxaneyê, lêgerîna tazî bi dawî bikin, zêdeyî kapasiteyê girtiyan nexin odeyekê, mafê wan ê hewxê neyê binpêkirin, lêgerina keyfî bi dawî bikin, girtiyên ku cezayê wan xelas bûye serbest berdin, gardiyan bi komî nekevin qawîşan û malzemeyên paqijiyê bidin wan, mafê wan ê hevdîtinê û civakê bê parastin dest bi grevê kirine.