‘Bi van êrîşan hewl didin statûya kurdan asteng bikin’ 2020-07-06 09:04:09 AMED - Endamê Meclisa DBP’ê Murat Kan têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê, diyar kir ku li dijî êrîşên ku îmhakirina kurdan dikin armanc, divê gelê kurd li her çar perçeyên welat û ewropayê bi girseyî têbikoşin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi nîqaşên yekitiya neteweya kurd re, pêngava yekemîn hat avêtin. Li Rojava berî demekê 25 pêkhat û partî lihev kom bûn û Partiyên Yekitiya Neteweya Kurd (PYNK) ava kirin. Piştî nîqaşên dûv û dirêj êndi navbera PYNK û Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de, di 17’ê Hezîranê de, di çarçoveya Peymana Dihokê de, mutabakat hat îmzekirin. Ev pênga li Rojava hat avêtin, ji bo kurdên li welatiyên din dijîn bû hêviyek mezin. Lê Tirkiyeyê tenê, berteke tund nîşanî vê pêngavê da û êrîşên xwe zêdetir kirin.   Divê çarçoveyê de Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li dijî herêma Heftenînê ya Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê dest bi operasyonek berfireh kir û operasyona di 16'ê Hezîranê de dest pê kir dewam dike. Her ku diçe li herêmê şer û pevçûnên dijwar rû didin û ev bandorê li gelê herêmê dike. Ji roja ku operasyona TSK'ê dest pê kiriye û heya niha, di bombebaranên hatin kirin de, 6 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek sîvîl jî birîndar bûn.   Endamê Meclîsa Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Murat Kan, têkildarî pênga yekitiya neteweya kurd a li Rojava hat avêtin û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herema Kurdistana Federal axivî û nirxandinên girîng kirin. Kan, diyar kir ku Tirkiyê îro li dijî Tevgera Azadiya Kurd dest bi pêvajoyeke tesfiye kirina bîrdozî, polîtîk, aborî û eskerî kiriye.   Kan, bibîrxist ku di sedsala 21’emîn de ji bo kurdan di qada navnetewî nîqaşên girîng hene û wiha got: “Li gorî pêşketinên heyî wê sedsala 21’emîn ji bo kurdan bibe statûya xwe bidestxistinê. Li ser erdnîgariya kurdan arastebûneke cidî ya eskerî û polîtîk heye. Dema rastiya rola kurdan a li Rojhilata Navîn mirov berçav bigire, polîtîkayên netew dewletan dê baştir werin fêm kirin. Divê mirov sebebê operasyonên Tirkiyeyê li vir bigere dest. Hewldana hêzên statukoparêz ew ku statû girtina kurdan astengkirine. Di encama vê de jî, li dijî Tevgera Azad a Kurdan dest bi pêvajoyeke tesfiyeya bîrdozî, polîtîk, aborî û eskerî hatiye kirin. Li aliyê din jî hewl didin gelê kurd îmha bikin. Qetilkirina sîvîlan jî, perçeyekî girîng a van polîtîkaya ne. Ji ber ku dewleta faşîst a Tirkiye di salên 90’î de li Bakûr heman polîtîka pêk anîn. Bi operasyonan li ser erdnîgariya kurdan 5 hezar gund hatin valakirin. Îro heman polîtîka li Başûr bi rêve dibin û dixwazin wê derê jî, vala bikin.”   ‘HIN HÊZÊN KURDAN NAXWAZIN YEKITI PÊK WERE’   Kan, da zanîn ku hikumeta AKP- MHP’ê dizane heta ku Tevgera Azadî ya Kurd hebe dê gelê kurd mafên xwe biparêze û wiha bilêv kir: “Îro tê dîtin ku hinek hêzên navnetewî, ji bo ku kurd bigihin statûya xwe di nava hewldanan de ne. Ji bo avakirina yekitiya neteweyî rolek girîng dikeve ser milê PDK’ê. Ji ber ku gelê kurd di sedsala 20’emîn de yekitiya netewî ava nekirin winda kirin. Sebebê vê jî ewe ku hin hêzên kurdan ji netew dewletan re xizmet dikirin. Ligel hewldanên Tevgera Azad a Kurd, pêknehatina yekitiya netewî ya kurdan ji sekna hin hêzên kurda ne. Divê ev baş bê dîtin.”    Kan, bal kişand ser têkiliyên PDK’ê û Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Tekiliyên PDK’ê û Tirkiyeyê ji berê de hene. Ev jî di pêşiya yekitiya neteweyî de astengek girîng e. Li Rojava hewldanên ku têkiliyên wisa werin guhertin hene. Ev têkilî jî bi hewldanên Emerîka û Fransayê pêk tên. Elbet banga Fermandarê QSD’ê Mazlûm Kobanî jî, cihekî girîng digire. Gav avêtina ENKS’ê ya ji bo yekitiya neteweyî bêguman geşedaneke girîng e.”   ‘MODELA ROJAVA DÊ JI BO BAŞÛR JÎ BIBE MODEL’   Kan, da zanîn ku gelê Herêma Kurdistana Federe dixwaze êdî yekitiya neteweyî pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Başûrê Kurdistanê êdî naxwaze ku hêzên kurdan bi hevre mijûl bin. Heke ENKS hatibe asta ku Peymana Dihokê qebûl kiribe, ev tê wateya ku PDK’ê jî ev qebûl kiriye. Ji ber ku ENKS ji PDK’ê ne serbixwe ye. Ev modela li Rojava di rojên pêş de dibe ku ji bo Başûr jî bibe rol modelek. Hewldanên yekitiya neteweyî yên li Rojava di pêşerojê de wê bibe wesileya ku li Başûr jî tiştek wisan pêş bikeve. Divê mirov bertekên Tirkiyeyê jî di vî warî de binirxîne. Berjewendiyên Tirkiyeyê di xerabûna yekitiya neteweyî ya kurdan de derbas dibe. Hewldanên wê yên di vî warî de çawa encam negirt, êrîşî Başûr kir û ji kurdan re got ‘heke hûn bibin yek û di bin banê yekitiya neteweyî de werin ba hev ez jî operasyona li dar bixim’ û li aliyê din jî bi êrîşa Kobanê sê jin qetilkirin. Bi van xwest peyamê bide gelê Rojava û Başûr. Ev peyamên wiha dê berdewam bikin. Ji ber ku li hev hatina ENKS’ê û PYNK’ê ji bo yekitiya neteweyî xwedî girîngiyek mezine. Çiye ev rol? Kurd wê li Sûriyeyê statûyek fermî qezenc bikin. Ya duyemîn jî di qada navneteweyî de êdî kurd dê bibin xwedî statûyeke hatiye qebûlkirin.”    Kan, anî ziman ku kurd heta vêgavê beşdarî Peymana Cenevreyê nebûn û wiha rêz kir: “Tirkiyê nehişt ku kurd beşdarî Peymana Cenevreyê bibin. Ji ber vê tevlîbûna ENKS’ê ya yekitiya neteweyî wê bandorê li hêzên navnetewî jî bike ku bi erênî nêzîkî kurdan bibin.”   ‘LINGÊ TÊKOŞÎNÊ YÊ GIRÎNG GEL E’   Kan, destnîşan kir ku lingekî têkoşînê yê girîng gel e û wiha domand: “Hem di qada demokratîkbûnê de hem jî ji bo yekitiya çar perçeyî divê girse rolekê bide ser xwe. Berpirsyariya gelê kurd ya ewil avakirina yekitiya netewî û ji bo konferansa netewî rol bigire ser xwe ye. Ji polîtîkayên PDK’ê re mirov bêje na di bingeha xwe de ji polîtîkayên dagirkirina dewleta tirk yên Başûr re dibêje na. Ji ber ku niha li Başûr nêzî 20 baregehên dewleta tirk hene. Herkes dizane ku cihên li Başûr Tirkiyeyê dagirkirî terknake û dê li wir baregehên mayînde ava bike. Ji bo ku ew baregeh neyên ava kirin divê bi girseyî li dijî van êrîşên ku îmhakirina kurdan armanç dikin li çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê têkoşînek hebe. Encax bi taktik û stratejiyeke rast encam were girtin.”   'DIVÊ BERJIWENDÎ NE YEK ALÎBIN'   Kan, diyar kir ku li hevhatina ENKS’ê û PYNK’ê ji bo hemû heremê dê bibe rol modelek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hevhatina ENKS’ê û PYNK’ê dê bandorê li Bakûr jî bike. Demekî dirêje hêzên Kurdistanî ji bo ku yekitiya neteweyî avabikin di nava hewldanan de ne. Bi hevre tevgeriyanê, êrîşên dewleta faşîst a Tirkiyeyeyê şermezarkirinê de platformên hevpar hatin avakirin. Lê ev xebat hêj nehatine asta şênberiyê. Divê pêşerojê de kurd ji bo avakirina yekitiya netewî zêdetir kedê bidin û di nava hewldanê de bin. Ji derveyî berjewendiyên partiyan di nava helwesteke berfirehtir de bin."   MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaban