Li Wanê şahî û çalakî carek din hatin qedexekirin! 2020-07-06 12:43:58   WAN - Li Wanê 2 hezar û 20 roj in şahî û çalakî tên qedexekirin. Qedexeya van çalakî û şahiyan carek din hat dirêjkirin.    Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an li şahî, çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê li bajarê Wanê qedexe ne. Qedexeya şahî û çalakiyan 2 hezar û 20 roj in li pey hev didome. Ev qedexe ji aliyê Walîtiya Wanê ve tê ragihandin. Walîtiya Wanê îro dîsa bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku şahî û çalakiyên li bajêr werin lidarxistin ji bo dema 15 rojan hatine qedexekirin. Qedexeya şahî û çalakiyan dê di 7’ê tîrmehê de dest pê bike heta 21’ê tîrmehê bidome.