Piştî 10 rojan biryara girtinê hat dayîn 2020-07-06 13:22:33   WAN – Têkildarî keştiya penaberan a noqî Gola Wanê bû piştî 10 rojan derbarê 17 kesan de biryara girtinê hat hat derxistin.    Li Gola Wanê di 27’ê hezîranê de keştiya ku tê gotin 70-80 penaber têde bûn noqî avê bûbû. Têkildarî bûyerê heta niha 5 kes îfadeya wan hatin sitendin û girtin. Walîtiya Wanê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku wan derbarê 17 kesên din de jî biryara girtinê derxistine. Walîtiyê da zanîn ku heta niha 5 kes hatine girtin, 2 kes di binçavan de ne, 3 kes bi şertê kontrola edlî hatine berdan û 4 kes jî piştî îfade dane hatine berdan.