ÎHD'ê rapora Girtîgeha Îskenderûnê aşkere kir 2020-07-06 14:40:25 HATAY - Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûnê, rapora binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê aşkeke kir. ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku mafê girtiyan ê tenduristiyê û çapemeniyê tê binpê kirin û girtî bi tu awayî ji mafê xwe sûdê nagirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îskenderûna Hatayê, bi raporekê bal kişand ser binpêkirina mafan a li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê. ÎHD'ê rapor li avahiya komeleyê bi raya giştî re parve kir. Rêveberên HDP'ê û gelek parazvanên mafên mirovan jî tev li daxuyaniyê bûn. Şaxa ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku girtî ji mafê xwe yê tenduristiyê û mafê çapemeniyê sûd nagirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD'ê Mehtap Sert, anî ziman ku di 24'ê Hezîranê de bi girtî Cebraîl Ancar, Îsmaîl Tanboga û Siddik Guler re hevdîtin kirine û wiha got: "Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Li ser piyan girtiyan dijmêrin. Rumeta mirovan dişkînin. Ji ber zimanê wan Kudî ye nikarin bi telefonê bi kurdî bi axivin.    'TU TERORÎST E'    Sert, da zanîn ku girtî ji xizmeta revirê bi qasî tê xwestin sûdê nagirin û wiha lê zêde kir: "Girtî Siddik Guler û Îsmaîl Tanboga divê xwarina diyetê bixwin. Ev yek ji rêveberiya girtîgehê xwestine, Lê rêveberiya girtîgehê ev xwarin nedaye wan. Ji ber ku girtîgeh nayê îlackirin kezîk zêde ne. Li kawîşê 3 kesan 6 girtî dimînin. Bi taybetî girtî Îsmail Tanboga ji ber nexweşiya xwe nanê kapek dixwaze, lê bi gotina 'Tu terorîst e' nanê kapek nadin wî. Dîsa malzemeyên paqijiyê bi qasî tê xwestin nadin girtiyan.  Li Girtîgehê pirtûkxane tune. Kargoyên ji derve diçin jî nadin girtiyan. Ji ber vê yekê tu weşan naçe ji girtiyan re û girtî der barê derve de nabin xwedî agahî. Disa nameyên ku dişînin naçin û nayên ku ji wan re tên şandin nagêjin destê wan. Dîsa bi hinceta vîrûsê hevdîtinên girtiyan ên bi xizên wan re jî hatine bi sînorkirin. Di telegonê de jî pirsgirêk heye."    Jibo pirsgirêk çareser bibe em ê di nava hewldarnan de bin û em dê bi girtiyan re di nava piştevaniye de bin.