Hunermendan gora Dengbêj Seyîtxanê Boyaxcî ziyaret kir 2020-07-06 19:09:32   AMED  - Hunermendan gora dengbêj Seyîtxanê Boyaxcî ku duh jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir.    Komek Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) gora Dengbêj Seydo Şîmyek ku wekî “Seyîtxanê Boyaxcî” û “Bilbilê Amedê" dihan naskirin li goristana Yenîkoyê ziyaret kirin. Endamê Komeleya Çand û Hunera Dicle Firatê Celal Ekin, xebatkarê Ma Musicê û Hunermend Azad Bedran jî di navde gelek hunermend û Dengbêj li gel malbata Seydo Şimşek çûn gora Şîmçek a li Goristana Yenêkoyê ziyaret kirin. Hunermendan li ser gorê rêz girtin û dua xwendin. Piştre hunermend Celal Ekin diyar kir ku Şimşek deng û sewtek pir girîng a gelê Kurd bû û wiha got: "Gelê Kurd bi windakirina Seyîtxan dengekî muhîm winda kir. Bila serê hemû hezkiriyên wî sax bin.