Kesek din ji ber teqînê hat girtin 2020-07-08 09:52:21   SAKARYA – Derbarê teqîna ku li Sakaryayê li kargeha fîşekên hewayî pêk hat de xwediyê kargehê Alî Riza Ergenç Çoşkûn bi şertê kontola edlî hat berdan û kurê wî Yaşar Çoşkûn hat girtin.   Xwediyê kargeha fîşekên hewayî ku li navçeya Hendekê yê Sakaryayê teqiya Alî Riza Ergenç Çoşkûn û kurê wî Yaşar Çoşkûn ku hatibûn binçavkirin, duh bi şev sewqî dadgehê hatin kirin. Xwediyê kargehê Alî Riza Ergenç Çoşkûn bi şertê kontola edlî hat berdan û kurê wî Yaşar Çoşkûn hat girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê ve tê meşandin de midurê kargehê H.A.V., serhoste E.O. û A.A. û pisporê ewlehî û tenduristiya kar A.B. jî hatibûn girtin.