ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-09 09:00:32 * Hevserokên HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, diyar kirin ku piştî hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî êrîşên li ser kurdan zêde bûne û gotin: "Ji niha û pê ve divê gavên kurdan hemû ji bo yekîtiya neteweyî bin."  * Sewalvaniyên agiriyî, anîn ziman ku ji ber polîtîkayên heyî çavkaniya wan a debarê sewalvanî hindik maye biqede û got: "Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine, em nikarin xwe tev jî bidin."    * Hevseroka SGDF'ê Alev Ozkîraz, anî ziman ku wê di "hefteya edaletê" ya ji bo kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin de di navbera 10-20'ê Tîrmehê de hin çalakiyan li dar bixin û bi van çalakiyan kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin.    * Seroka Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, diyar kir ku plana "baroya pirjimar" di salên 2000'î de dest pê kiriye û "Projeyeke FETO'Yê ye. Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku wê ev yek bibe sedema cihêkariyeke civakiyî.    * Navenda Çandê ya Uvercînkayê, deriyên "Akademiya Uvercînkayê" ji hunerhezan re vekir. Wê li akademiyê hezar û 400 kes bên perwerdekirin.    * Ajansa fermî ya dewletê AA, ev demeke reklama Heskîfa ku di bin avê de hatiye hiştin û beton li ser hatiye rijandin serwîs dike. Lê belê li qada ku hatiye çêkirin ji niha ve hin dever rûxiyane.    * Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir der barê vegera ber bi Şengalê de axivî û got: “Li pêşiya me meha Tebaxê heye. Ev meh, ji bo gelê êzîdî meheke pir biêş e. Ji ber wê jî bi taybetî di vê mehê de vegera ber bi Şengalê biwate ye. Bersiva herî xurt e, ji kesên ku ev qirkirin pêk anîne."   * Akademiya Ma Muzîkê, wê bi projeya xwe ya ‘Ji lorîkan ber bi senfoniya rêwitiya newayan’ ji bo keman û piyanoyê dê cara yekemîn pirtûkek ku metodên kurdî têde hebin amade bike.   *  Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya Nergîz Ant diyar kir ku wan lez daye xebatên xwe û ew li dijî her cûre tundiya jinan li cem jinan cih digirin.    * Jinên Wanê diyar kirin ku îşkence û girtina aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn hatiye kirin li dijî her kesî pêk hatiye û ew ê li dijî îşkenceyê û girtinan rêxistinbûyîna xwe mezin bikin.    * Danişîna 2'yemîn a doza derbarê bûyara xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ên êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn û di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar û birayê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn, wê li 3’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê bê dîtin. (09.00)    * Danişîna doza derberê cînayeta Hrant Dînk de hatibû vekirin wê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Baroya Îzmîrê, wê derbarê pêşnûmeya "Pir baro" ya li Desteya Giştî ya Meclîsê tê nîqaşkirin de, li ber Deriyê C yê Edliya Bayrakli daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Platforma Însiyatîfa Edaletê ya her heftê li ber Edliya Çaglayanê çalakiya "nobeta edaletê" li dar dixin, wê vê heftê ji bo rojnameger Azîz Orûç daxwaza edaletê bike.  (14.00)