Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan 2020-07-10 09:04:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî "pêvajoya çareseriyê" hat bidawîkirin ezyeta li cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û êrîşên li ser gorên wan zêde bûn. Di salên dawî de bi qasî hatiye tespîtkirin herî kêm 47 caran êrîşî goristanan hatiye kirin û hewldanên hiqûqî yên di vî warî de jî bê encam mane.  Piştî "pêvajoya çareseriyê" ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dihat kirin, di Adara 2015'an de bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê ku  Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan red kiribû, pêvajoya şerî cardin dest pê kiribû. Bi vê pêvajoyê re li gelek bajran ezyet li cenazeyan hat kirin û êrîşî goristanan hat kirin. Goristanên ku cenazeyên PKK'yî, YPG'yî û YPS'yan gelek caran hem bi helîkopteran hatin bombeberankirin hem jî bi kerane û kepçeyan hatin xerakirin.    CENAZE DI BIN PEYARÊYAN DE VEŞARTIN    Li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Sêrt, Colemêrgê gelek caran goristan hatin texrîbkirin. Bi taybetî jî êrîşa li ser goristan û cenazeyan piştî qedexeyên derketina derve yên li bajarên herêmê hatibûn îlankirin zêde bûn. Herî zêde goristanên li Licê û Geverê hatin texrîbkirin. Di vê pêvajoyê de 282 cenazeyên PKK'yiyan ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û ew biribûn li kîlyosê di bin peyarêyekê de veşartibûn.    Ji Cotmeha 2015'an heya niha biq asî hatiye tespîtkirin herî kêm 47 caran êrîşî goristanan hatiye kirin. Her wiha hwldanên hiqûqî yên di vî warî de jî bê encam man.    Ji êrîşên hatine tespîtkirin hin jê ev in:    * 2015; Li Çiyayê Bagokê "Şehîdgeha Agîd Sûrûc" hat rûxandin.    * 17'ê Cotmeha 2015'an; eskeran "Şhîdgeha Şehîd Cûma û Şehîd Binefş" a li herêma Çiyayê Cûdî texrîb kir.    * 18'ê Cotmeha 2015'an; "Şehîdgeha Sûna Çîçek û Dixtor Baran" a li gundê Zagê yê Dersim ku cenazeyên PKK'iyan lê hatibû definkirin û hestiyên kesên di Komkujiya 38'an a Dersimê de jiyana xwe ji dest dabûn lê bûn, bi helîkopterê hat bombeberankirin. Her wiha cemxaneya li goristanê jî hat rûxandin.    * 18'ê Cotmeha 2015'an; "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê hat texrîbkirin.    * 22'yê Cotmeha 2015'an; "Şehîdgeha Mawayê" ya li sêgoşeya sêrt, Mêrdîn û Êlihê de bi kemçeyan hat rûxandin.    * 4'ê Mijdara 2015'an; goristana li Taxa Pirêjman a navçeya Pîran a Amedê û mizgeft û mêvanxaneya li goristanê hat bombebarankirin.    * 12'ê Mijdara 2015'an; "Şehîdgeha Şehîd Kûrtay Feraşîn" a Meydana Kolya ya Bêşebaba Şirnexê hat bombebarankirin.    * 22'yê Mijdara 2015'an; "Şehîdgeha Şehîd Harûn" a li Licêya Amedê bi wesayîtên zirxî hat texrîbkirin.  Di êrîşê de mizgeft, eywana bêhnvedanê, pirtûkxane, kanî û tabela serobino bûn, ji 140 goristanên HPG'iyan 78 jê texrîb bûn.    * 1'ê Gulana 2016'an; polîsan gorên PKK'yî, HPG'yî û YPG'yiyên li Goristana Yenîkoy a Amedê texrîb kirin.    * 16'ê Sibata 2017'an; Kêlikên 23 gorên li Goristana Îkîztepe ya Êlihê bi fermana dozgerî û şaredariya qeyûm tayinî wê hatiû kirin hatin guherandin.    * 21'ê Sibata 2017'an; gorên li Goristana Yenî Mahalle ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat texrîbkirin. Li ser gelek goran nivîsa "T.C." hat nivîsandin.    * 7'ê Nîsana 2017'an; bi talîmata walî û qeyûm Osman Kaymak eskeran gora Sancar Bûlûç û Baran Çetînkaya yên HPG'Î yên li gundê Surekê yê navçeya Mazgîrt a Dersimê texrîb kirin.    * 28'ê Nîsana 2017'an; goristana li Taxa Orman a navçeya Gever a colemêrgê hat texrîbkirin û polîsan li ser kêlikên goran "leş" nivîsandin.    * Mijdara 2017'an; "Şehîdgeha Şehîd Kûrtaya Feraşîn" careke din hat rûxandin. Her wiha li kêleka wê baregeheke eskerî hat çêkirin.    * 12'ê Hezîrana 2017'an; li Dersimê gora bîrdariyî ya Sakîne Cansiz ku di 9'ê Çileya 2013'an de tev, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê bê hatibû kuştin, hat texrîbkirin.    * 26'ê Hezîrana 2017'an; "Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed" a li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê ji aliyê eskerean ve hat rûxandin. Her wiha 2 konteynerên ku wekî mêvanxaneyê dihatin bikaranîn jî hatin rûxandin.    * 14'ê Îlona 2017'an; komeke nijadperest êrîş birin ser gora Hatûn Tûglûk (Dayika Aysel Tûglûkê). Liser vê êrîşî cenaze ji gorê hat derxistin û li Dersimê hat definkirin.    * 29'ê Cotmeha 2017'an; polîsan gorên li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê texrîb kir.    * 1'ê Mijdara 2017'an; "Goristana Şehîd Resûl û Şehîd Azîme" ya li herêma Herekolê ya Sêrtê hat texrîbkirin.    * 19'ê Kanûna 2017'an; Ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê cenazeyê 282 PKK'yiyan hatin derxistin, goristan hat rûxandin.    * 26'ê Kanûna 2017'an; Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê careke din hat texrîbkirin. Kêlikên goran bi makîneyên spîralê hatin texrîbkirin.    * 29'ê Adara 2019'an; li gundê Haciya Kurda yê Bismilê eskeran gorên HPG'yî û YPG'iyayn texrîb kir.    * 4'ê Hezîrana 2019'an; "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê careke din hat texrîbkirin.    * 30'yê Îlona 2019'an; gora Mahmût Alinbay a li Pîran a Amedê, cara 6'an hat texrîbkirin.    * 4'ê Nîsana 2020'an; li gundê Hespîs ê navçeya Hezex a Şirnexê, eskeran kêlikên 6 gorên PKK'yiyan perçe kirin. Her wiha eskeran di sala 2016'an de jî heman gor rûxandibûn û piştî rûxandinê gundiyan dîsa ew çêkiribûn.    * 17'ê Nîsana 2020'an; Kêlikên gorên HPG'yiyan ên li hin gundên Mazgirt a Mûşê û navendê hatin şikandin.    * 18'ê Nîsana 2020'an; li Kanîreş a Çewligê ji malbata Zamanî Çakmakê HPG'î ku di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû, hat xwestin ku kêlika gorê rakin.    * 24'ê Nîsana 2020'an; Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê telefonî malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane kir û ji wan xwest ku kêlikên goran bişkînin, tîpên alfabeya kurdî X, W, Q'yê jê bibin.    * 26'ê Nîsana 2020'an; Li Gever a Colemêrgê goristana li Taxa Ormanê cara 6'an hat texrîbkirin. Goristana Suleyman Aksû ku li Pirsûsê tevî 32 hevalên xwe di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû jî hat texrîbkirin.    * 22'yê Gulana 2020'an; Goristana li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê hat texrîbkirin. Mermerên ku navê kesên jiyana xwe ji dest dayî hatin perçekirin.    * 25'ê Gulana 2020'an; Goristana li Gundê Şemsê yê Heskîf a Êlihê careke din hat texrîbkirin, alaya tirk bi darên goristanê ve hatin daliqandin.    * 8'ê Hezîrana 2020'an; Wêneyê li ser gora nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr hat rakirin. Akdemîr, di sala 1992'yan de di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû.    * 10'ê Hezîrana 2020'an; Goristana li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê hat texrîbkirin.    * 12'ê Hezîrana 2020'an; Li mezrika Goçxar a gundê Balicnê yê Licê ya Amedê gora Ridvan Mûtlû û Mehmet Mûtlû yên HPG'î hatin texrîbkirin.    * Li Karakopru, Wêranşar û Pirsûsê ya Rihayê goristana HPG'iyan û gorên kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin texrîbkirin.     * Li Taxa Olûklû ya Meletiyê kêlika gora Volkan Bora hat şikandin.    * Li navçeya Edîş a Wanê, gorên gelek HPG'iyan hatin texrîbkirin.