Ma wê jineke extiyar û nexweş çawa karibe bireve? 2020-07-10 09:04:10 AMED - Eser Ozbek, anî ziman ku ji bo diya wî Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek bê berdan serlêdan kirine, lê belê bi îdiaya "dibe ku bireve" serlêdan hatiye redkirin û got: "Jineke extiyar, ê çawa bireve?"  Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek a 72 salî di 26'ê Hezîranê de di çaçroveya lêpirsîna der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû girtin û piştî 3 rojên di bin çavan de hatibû girtin. Niha Ozbek di Girtîgeha Jina ya Amedê de ye û ji ber şewba Covîd-19'ê di hucreyekê de di karantînayê de ye.    Ji ber ku gelek nexweşînên kronîk ên Ozbekê hene, ji bo berdana wê serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Amedê hat dayîn, lê belê dadgeriyê bi îdiya "dibe ku bireve" serlêdana red kir.    Kurê wê Eser Ozbek, bertek nîşanî vê yekê da.    'DÛRÎ AQILAN E'    Ozbek, anî ziman ku tiştekî dûrî aqilan e ku têkiliya diya wî ya extiyar û nexweş bi rêxistinê re danîne. Ozbek, ji bo redkirina biryara ji bo berdana diya xwe jî got: "Ma ê jineke extiyar çaw abireve? Axirê di dosyeya wê de tiştekî ku sûc teşkîl bike tuneye. Tu sûcekî ku li hemberî kiribe tuneye. Ma ê jineke extiyar û nexweş dikaribe çi bike? Ji xwe di dema pandemiyê de tim li malê bû. Nediçû cihekî jî."    'WÊ BITÊKOŞE'   Ozbek, anî ziman ku diya wî ji bo mirina li welêt bisekine bi salan têkoşiyaye û got: "Kî dibe bila bibe heger mirove ji bo şerê li welêt bisekine bitêkoşe an jî bi awayekî azad fikrên xwe bîne ziman, ne rast e ku bi vî awayî bê lansekirin. dayikek e. Tim û tim êşiyaye, xwestiye ji bo pêşerojê hêviyên xweşik biçîne, ji bo zarokan û ewladên vî gelî tim têkoşiyaye. Dilê wê şewitiye, xwestiye ev şer, ev xwîn bisekine. Bawer dikim ku wê têkoşîna wê dewam bike."    'EM BIFIKAR IN'   Ozbek, diyar kir ku ji roja ku diya wî hatiye girtin heya niha hev nedîtine û hevdîtin pêk neanîne û got, bi rêya parêzerên wê agahî jê distînin. Ozbek, anî ziman ku li gor agahiyên dawî ji ber nexweşînên wê yî kronîk rewşa wê xirab bûye û hem di warê derûnî hem jî fizîkî de zehmetiyê dikişîne. Ozbek, bilêv kir ku dadgehê raporên nexweşînê yên diya wî jî esas negirtine û got: "Şewb heye, ji ber vê em bifikar in. Em dixwazin dadgeh biryareke biwijdan bide."