Kanên komirê yên çem qirêj dikin ceza kirin 2020-07-10 10:54:48   ŞIRNEX - Waliyê Şirnexê, kanên komirê yên Çemê Nêrdîşê qirêj dikin, 88 hezar û 449 TL cezayê pere birî.   Walîtiya Şirnexê derbarê qirêjkirina Çemê Nêrdîşê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Walîtiyê, kanên komirê yên li herêma Çiyayê Cudî dixebitin, ji ber qirêjkirina Çemê Nêrdîşê ceza li wan birî. Walîtiyê di daxuyaniya da de, diyar kir ku di necama kontrolkirina kanên komirê de, derket holê ku ev kan zirarek mezin didin derdorê û ji ber vê 88 hezar û 449 TL cezayê pere li wan biriye.