Gunay: Em li dijî êrişên zayendî li qadan e 2020-07-19 19:35:38   MÊRSÎN – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku ew li dijî îstîsmar û êrişên zayendî li qadan e û got: “Li dijî êrişên we zayendî dengê xwe bilind dikin. Em parçeyek ji têkoşîna jinan û raperîna jinan in.” Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya “Têkoşîna jinan li her derê ye” li Mêrsînê hevdîtina jinan pêk anî. Hevdîtin li Parka Zarokên Azad a Mêrsînê pêk hat û gelek jin beşdar bûn. Jin li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê kom bûn û heta Parka Zarokên Azad meş li dar xist û jinên li parkê bûn bi dirûşma “Jin jiyan azadî” jinan pêşwazî kir. Gelek rêxistinên jinan jî piştgirî dan çalakiyê û jinan dovîzan hildan û li dijî tundî, destdirêjî û tecawizê nerazîbûnên xwe nîşan dan. 'EM LI DIJÎ ÊRIŞÊN ZAYENDÎ LI MEYDANAN IN’ Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku demeke dirêj e ew ji bo têkoşîna jinan li qadan û kuçeyan in û got: “Em îro di çarçoveya kampanya Têkoşîna Jinan Li Her Derê Ye li cem jinên Çûkûrovayê yên berxwedêr in. Em li dijî qeyûman li qadan û kuçeyan in. Çimkî qeyûm li dijî pergala me ya hevserokatiyê ne. Îrade û destkeftiyên jinan desteser dikin. Li dijî destkeftiyên jinan dijminatiyê dikin. Bi danîna qeyûman re hemû saziyên me jinan ên li şaredariyan girtin. Em li dijî guhertina yasaya înfazê li qadan û kuçeyan in. Çimkî girtiyên me bi mirinê re rûbirû hiştin. Em li dijî destdirêjî û êrişên zayendî li qadan û kuçeyan in. Niha jî dixwazin efûya îstîsmarê bînin rojevê û hemû kiryar û qatilan berat bikin û berdin û zarokan bêparastin bihêlin. Em li dijî êrişên zayendî yên çawişên pispor li Êlih û Şirnexê pêk anîn li qadan û kuçeyan in. Îqtîdar li dijî ziman, çand û nasnameya me zextan pêk tîne. Civakê bi birçîbûnê û feqîriyê edeb dikin. Em li Mêrsînê dengê xwe bilind dikin û dibêjin têkoşîna jinan li her derê ye. Peymana Stenbolê mîsogeriya me ya hiqûqî ye. Em parçeyek ji têkoşîna jinan û raperîna jinan in.” Piştî axaftinê jinan li ber lêdana erbaneyan govendê gerand û pişt re hevdîtina jinan bi dawî bû.