Bi hatina her girtiyî re pêvajoya qarantînayê dirêj dibe 2020-07-20 10:57:08   ERZIROM – Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Oltûyê, girtiyên ku ji bo tedawiyê dibin nexweşxaneyê, dema anînê li odeyên qarantînayê yên ku gelek kes di wan de hene, tên bicihkirin. Ji ber vê yekê pêvajoya qarantînayê ya hin girtiyan heta 40 rojî jî berdewam dike.   Hat hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê ya Erziromê, rêveberiya girtîgehê girtiyên ku ji bo tedawiyê dibe nexweşxaneyê dema anînê, bi awayekî komî dike qarantînayê. Welatiyê bi navê Bûrak Ballioglû ku beriya demekê ji vê girtîgehê hatibû berdan, derbarê mijarê de axivî. Ballioglû, diyar kir ku girtiyên ku dibin nexweşxaneyê, dema anînê li şûna kogûşên yek kesî li kogûşên ku gelek girtî têde di qarantînayê de tên bicihkirin.    Ballioglû, destnîşan kir ku ji ber vê yekê pêvajoya qarantînayê ya girtiyên ku tê ber bidawîbûnê, bi hatine girtiyên din ku ji nexweşxaneyê tên re dirêj dibe. Ballioglû, got ku bi vê rêbazê vîrûsa koronayê bi zorê derbasî girtiyan tê kirin. Ballioglû, da zanîn ku gelek caran rewşê bi rêveberiya girtîgehê re parvekirine lê li gel vê yekê jî tu gav nehatiye avêtin.