Li ser rêya Amed û Çewlikê qezaya trafîqê: 12 birîndar hene 2020-07-20 11:03:54   AMED – Li ser rêya Amed û Çewlîkê 2 wesayît li hev qelîbîn û qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de 3 jê bi giranî bi giştî 12 kes birîndar bûn.    Li ser rêya Amed û Çewlîkê, dormîşa rêwiyan a bi pîleqeya 21 AA 250 ku ji aliyê Edîp Nazlier ve dihat ajotin, li wesayîteke ku ji hember ve dihat qelibî û qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de 12 rêwiyên di dormîşê de ji cihên xwe yên cûda birîndar bûn.    Birîndaran, bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Hat hînbûn ku birîndarên ku dest bi tedawiya wan hat kirin, rewşa 3 jê wan giran e.