Polîsan mudaxaleyî çalakiya bîranîna Pirsûsê kirin 2020-07-20 12:37:44 RIHA -  Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê xwestin bi minasebeta 5'emîn salvegera komkujiya Pirsûsê, ji bo 33 ciwanên sosyalîst ku li Pirsûsê hatin kuştin, li ber Navenda Çandê ya Amara bernameya bîranînê li dar bixin. Lê polîsan mudaxaleyî çalakiye kir.     Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, bi boneya 33 cwianên sosyalîst bibîr bîne, xwest li pêş Navenda Çanda Amara ya Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bernameya biranînê li dar bixe. Lê polîsan mudaxaleyî çalakiyê kir û destûr neda. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de 300 ciwanên Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, (SGDF) bi banga “Me bi hevre Kobanê parast em ê bi hevre ava bikin" ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin li navçeya Pirsûs a Rihayê kom bûn û xwestin pêlîstokên ku ji bo Zarokên Kobanê kom kirine, bigînin destê zarokan. Dema ciwanan di 20'ê Tîrmeha 2015’an di saetên nîvro de li pêş Navenda Çandê ya Amara daxuyanî didan û xwestin biçin Kobanê, endamên DAê yên bombe li bedena xwe pêçabûn, xwe di nava ciwanan de teqandibû. Di êrişa DAIŞ'ê de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dabû û 104 ciwan birindar bûbûn.