Dê HDP di 27’ê tîrmehê de li Qada Gundogdûyê be 2020-07-20 13:31:30 ÎZMÎR - Hevserokê HDP’ê yê Bajar ê Îzmîrê Kadîr Baydûr, ji bo foruma ku di çarçoveya “Hevdîtinên Demokrasiyê” de di 27’ê tîrmehê de li Qada Gundogdûyê pêk bînin, banga tevlîbûnê kir.    HDP, plan dike ku di 27’ê tîrmehê de di çarçoveya Hevdîtinên Demokrasiyê” de li Qada Gundogdûyê forûmeke berfireh pêk bîne. Tê payîn ku hêzên ked û demokrasiyê jî tevlî forûma ku saet di 17.00’an de pêk bê, bibin.    SERDANÊN TEVLÎBÛNÊ   Hevserokê HDP’ê yê Bajar ê Îzmîrê Kadîr Baydûr, derbarê forûmê de axivî û diyar kir ku ji bo forûmê serdana sendîka, odeyên pîşeyî, komele û saziyên ekolojiyê yên bajar kirine û dê heta 27’ê tîrmehê jî van serdanên wan bidomin.    BANGA JI BO FORÛMÊ   Baydûr, destnîşan kir ku ji bo bilindkirina daxwaza azadî, demokrasî û aştiyê forûmê gelek girîng dibînin û ji bo forûmê ev bang kir: “Wê ji bo jinan, karker, ekolojîst, bindest û hemû beşên civakê, dê kursiyê ku xwe azad îfade bikin, hebe. Em bawer dikin ku hemû gelê me li daxwazên me xwedî derkevin û li cem me bin.”