‘Tirkiye ji bo zarok û jinan bûye welatekî talûke' 2020-07-20 16:28:59   AGIRÎ - Şaxa ÎHD'ê û Platforma Şaxan a KESK'ê yên Agiriyê têkildarî tacîz, tecawiz û tuniya li dijî jinê ku zêde dibe daxuyanî da û diyar kirin ku Tirkiye ji bo zarok û jinan bûye welatekî bi talûke.    Platforma Şaxan a KESK'ê û Şaxa ÎHD'ê yên Agiriyê, têkildarî tacîz, tecawiz, întîhar û tundiya li dijî jinan ên ku li Agiriyê zêde bûne daxuyanî dan. Nûner û rêveberên ÎHD û KESK'ê li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê civîna çpaemeniyê li dar xist. Li ser navê rêxistinan Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Agiriyê Atilla Ozbey daxuyanî xwend û wiha got: "Her roj tundiya li dijî jinan zêde dibe. Bi taybetî li bajarên herêmê bi dehan jin bi destê mêr hatin kuştin. An jin tên kuştin, an jî zorê li wan dikin ku întîhar bikin. Jin di her temenî û ji her çand û nasnameyên cuda yên civakê dibin hedefa tuniya mêr. Tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî, aborî li wan tê kirin. Ji ber sepanên hiqûqî têr nakin û jin nayên parastin, ev tundî zêde dibe. Tuniya li dijî jinê polîtîk e. Di demên dawî de cînayet û întîharê jinan pir zêde bûne. Di 2 mehên dawî de li Agiriyê 5 jinan întîhar kirin. Lê îhtîmala kesên ku întîhar kirine, bêtir nêzî cînayetan e. Ji ber sedemên ku jinan dibin întîharê hene."    Ozbey, da zanîn ku tişta tundiya di nava malê de zêde dike nirxên civakî û bingehên aborî, çandî û civakî ne û wila axivî: "Li welatê me guhertina "Biryara Parastinê" ku li dijî tundiya jinan tê sepandin kêm e. Ji ber jin nayê parastin û tedbîr nayên girtin tundiya li dijî jinê zêde ye. Li navçeya Xamûrê Ceylan Akpolat 4 roj şûnde bi îdeaya întîhar kiriye cenazeyê wê birin nexweşxaneyê. Mixabin di lêpirsîna otopsilerê deşoê lêdanê û û şika cînayet zêdetir bû. Bi vî halî Tirkiye ji bo zarokan û jinan êdî bûye welatekî talûke. Em wekî parazvanên mafên mirovan dê li dijî vê tundiya li dijî jinê têkoşîna xwe berdewam bikin."