Jiyana hîndekariya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar di rîskê de ye 2020-07-21 09:12:11 AMED – Piştî ku teşvîqên dewletê da dibistanên taybet bi dawî bû bi topavêtin û jiyana hînkeriya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar ket bin rîskê. Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Sadrettîn Kaya, diyar kir ku dibistanên xwedî sermaya biçûk neçarin werin girtin.  Koleja Taybet a Doga û Dibistanên Maarîf Mozaîk ên Taybet topavêtin û dest ji karên xwe berdan. Piştî van topavêtinên dibistanên taybet carek din awir zivirîn ser pirsgirêkên perwerdehiya taybet. Ev dibistan bi teşwîq ango desteka dewletê dihatin birêvebirin. Di serdema perwerdehiyê ya 2020 û 2021’an de ev teşwîq bi dawî bû û ji ber sedemên aborî ev dibistan bi problemên mezin re rûbirû man. Bi van topavêtinan re jiyana hîndekariyê ya milyonek 440 hezar û 577 xwendekaran ket bin rîskek mezin.    Tê gotin bi mudaxileya hikumetê ya li dijî dersxaneyên Fethullah Gulen re ku girtin hejmara dibistanên taybet zêde bûn. Niha jî ew dibistanên taybet gelek ji wan top diavêjin. Li gorî daneyên 2019’an ên Wezareta Perwerdehiyê 12 hezar û 739 dibistanên taybet hene û milyonek û 440 hezar û 577 xwendekarên van dibistanên taybet hene.    Tê gotin tenê ne li Amedê van dibistanên taybet topavêtiye li gelek deverên Tirkiyê ev rewşa topavêtinê heye.   ‘BI DAWÎKIRINA TEŞWÎQÊ RE DÊ DIBISTAN WERIN GIRTIN’    Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Safettîn Kaya diyar kir ku bi teşwîqên dewletê re dibistanên taybet gelek zêde bûn û loma jî niha dema ev destek ango teşwîq tê qûtkirin dibistanên taybet bi topavêtinê re hevrû dimînin. Kaya got her ku ev teşwîq werin kêmkirin û qûtkirin dê dibistanên taybet ên biçûk û mezin neçar bin werin geritin. Kaya got dema ev teşwîq ji binî bi dawî bibin dê ev dibistanên taybet bi temamî werin girtin.