Hespên gundê Wezê bi nav û deng in 2020-07-21 09:13:59 QERS – Yek ji gundên herî hesp lê hene gundê Wezê yê Qersê ye. Îbrahîm Ulbeyî yê gavaniya hespan dike got hem ew siwarek baş ê hespê ye û hem jî ji bo pir ji hespan hez dike vî karî dike.  Yek ji gundên herî lê zêde hene gundê Wezê yê girêdayî navenda Qersê ye. Meriv dikare bêje ev gund bi hespên xwe jî tê nasîn. Îbrahîm Ulbeyî yê bi salane li vî gundî gavaniya hespan dike. Ulbeyî dibêje her sal ew ji meha gulanê heta meha îlonê gavaniya hespan dike û ji ber ew pir ji hespan dike gavaniya wan dike. Ulbeyî got hem ew siwarek baş ê hespê ye û hem jî ji bo pir ji hespan hez dike vî karî dike.    Hespên ku hejmara wan nêzî sed hebî ne dema ev hesp dibezin dîmenên xweşik jî derdikevin holê. Şêniyên di rêde diçin ji wesayîtên xwe peya dibin û wêneyên van hespên xweşik dikişînin.