101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin 2020-07-21 11:37:27   STENBOL - 101 Porsipiyên ku ji fikrên cuda yên siyasî li hev kom bûn, danezanek hevpar weşandin û ji bo îtîfaka demokrasiyê bang kirin. Porsipiyan ji kesên demokrasiyê diparêzin xwest ku di bin baneyê demokrasiyê de li hev kom bibin.   101 Parsipiyên ku di nava wan de nivîskar, rewşenbir, helbestvan, hunermend û akademîsyen jî hene, danezanek hevpar weşandin û bal kişandin ser rewşa xerab a Tirkiyeyê. 101 Porsipiyan di serî de bang li ciwanan kir û xwest hemû kesên aştî, demokrasî û pêşerojek Tirkiyeyê ya demokratîk dixwaze di bin baneya îtîfaqa demokrasiyê de li hev kom bibin. Porsipiyan xwest ji bo bigêjin civakek azad û adîl hemû hezên muxalif di bin baneya îtîfaqa demokrasiye de li hev kom bibin û wiha gotin: "Em kesên porsipî ji beşên cuda ji paşerojên cuda  siyasetên cuda hatine, ji bo li welatê me civakek azad û adîl di nava aştiyê de bijî, bi taybetî em bang li ciwanên me yên heviya pêşerojê ne dikin.    *Welatê me heta îro tu carî di pêvajoyek wisa tarî, bê hiqûq, bê edalet, tijî neheqî û di nava welatê cîhanê re bê îtîbar re derbas nebûbû.    * Niha Destûra Bingehîn bi awayekî fîîlî bê tesîr bûye. Daraza ku divê serbixwe û bê alî be ketiye fermana Qesrê. Temîtana Komarê êdî bê fêde ye.    * Her tişt keyfî ye û zext zêde bûne. Di vê rexşê de demokrasî û hiqûq nemaye.    * Can û malê welatiyan di bin gefan de ye. Zagonên ku mafan û azadîya mirovan tune dihesibîne, rojnamegeran binçav û ceza dike, mafê welatiyan binpê dike, hemû rêxistinên pîşeyî bi îqtîdar û qesrê ve girê dide roj bi roj zêde dikin.    * Bi feraseta belavbûn û fetîhan li şûna rêgeza "Li Welat aştî, li cîhanê aştî" li hundir û derve şer pêş dixin. Dijminantiyê zêde dikin.    * Ya herî girîng jî eniyan perçe dikin û tovê dijminantiyê dixin nava me. Divê hemû kesên oldar, laîk, Sunnî, Elewî, rastgir, çepgir, Kurd, Tirk, jin û ciwan her kes ji vê yekê re bêje raweste."    Porsipiyan, destnîşan kirin ku ew hemû di bin gefan de ne û wiha lê zêde kir: "Divê kes nebêj 'Dest nadin min' Divê ciwan guh bidin vê banga me. Me tu carî heviya xwe winda nekiriye. Em destûr nedin ku welatê me têxin nava tariyê, welatiyan xizan bikin binpêkirina mafan zêde bikin. Em destûr nedin berberî û dijminantiyê. Em bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin. Siberoj di destê we deye. Em kesên porsipî hêj dijîn dixwazin vê rojê bibînin."    101 PORSIPIYÊN KU DANEZAN ÎMZE KIRIN    Kesên îmze avêtin bin daxuyaniyê wiha ne: Abdullah Nefes, Abdulbaki Erdogmuş, Ahmet Aykaç, Ahmet Însel, Ahmet Tellî, Ahmet Turk, Ali Bayramoglu, Ali Sirmen, Altan Oymen, Arif Keskiner, Atilla Dorsay, Aydın Cingi, Aydın Engin, Ayşe Erzan, Ayşenur Arslan, Baskın Oran, Bînnaz Toprak, Bulent Ortaçgil, Canan Arin, Celal Dogan, Cem Toker, Cengiz Aktar, Cengiz Çandar, Cihangir Îslam, Coşkun Ozdemir, Dogan Bermek, Ercan Karakaş, Erdogan Aydin, Ersin Kalaycioglu, Ersin Salman, Ertugrul Gunay, Ertugrul Yalçinbayır, Eşber Yagmurdereli, Fatma Gok, Fatmagül Berktay, Fehmî Koru, Fikrî Saglar, Filiz Ali, Genco Erkal, Gençay Gursoy, Gokhan Akçura, Gurel Tuzun, Hacer Ansal, Halîl Ergun, Hasan Cemal, Hayrî Înonu, Herkul Milas, Îbrahim Betîl, Îbrahim Sinemillîoglu, Îlhan Tekeli, Kazim Guleçyuz, Korkut Boratav, Marta Kalyoncu, Mehmet Hayrî Kirbaşoglu, Melek Ulagay, Meral Tamer, Meryem Koray, Moris Gabbay, Murat Belge, Murat Karayalçın, Mujde Ar, Nadire Mater, Nazar Buyum, Necmiye Alpay, Nesrîn Nas, Nesteren Davutoğlu, Nurettin Sozen, Orhan Pamuk, Orhan Silier, Osman Ulagay, Oya Baydar, Oget Oktem Tanor, Omer Madra, Peral Bayaz, Rakel Dînk, Reşit Canbeyli, Riza Turmen, Selçuk Erez, Serra Yılmaz, Suleyman Coşkun, Suleyman Çelebi, Şahin Tekgunduz, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Şevket Pamuk, Şukran Soner, Şukrü Aslan, Tarhan Erdem, Tarik Ziya Ekîncî, Tugrul Eryilmaz, Turhan Gunay, Tulin Dursun, Umit Aktaş, Ustun Erguder, Vecdi Sayar, Veysi Dundar, Yaşar Okuyan, Yucel Erten, Zeynep Oral, Ziya Halis, Zulfu Livanelî.