HDP'ê encamnameya 'Hevditina Edaletê' aşkere kir 2020-07-21 12:09:20 ENQERE - Rêxistina HDP’ê ku duh di çarçoveya "Hedîtina Demokrasiyê" de li Enqereyê bi mexdûrên KHK'ê re civîna “Hevdîtna Edaletê" pêk anîn, encamnameya civînê aşkere kir. HDP'ê di encamnameyê de diyar kir ku ew ji KHK'yan re dibêjin na û dê tu kes edaletê diyarî wan neke, dê edaletê bi têkoşînê bi dest bixin.     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya "Hevdîtinên Demokrasiyê" de li Enqereyê bi mexdûrên KHK û OHAL'ê re civîna "Hevdîtina Edaletê" pêk anî. Buroya Çapeeniyê ya HDP'ê encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de wiha hat gotin: "Pergala daraza bi partîyî, ku îqtîdara AKP'ê ava kiriye, li pêş pêşketina edaletê astengiya herî mezin e. Em dê hemû bê hiqûqî û bê edaletiyê di nava civakê û cîhanê te teşîr bikin. Dê tu kes edaletê diyarî me neke. Em ê bi têkoşînê xwe edaletê bi dest bixin.  Em kesên di 4'emîn salvegera OHAL'a ku îqtîdara AKP'ê îlan kiriye de li hev kom bûn, kesên bûne mexdûrên zilma OHAL û KHK'yan. Em li dora daxwaza edaletê hatin cem hev. Em pir aşkere li dijî darbeyên siyasî û eskerî ne. Têkoşîna me ya edaletê wekî roja ewil zindî û bi hêz e. Em bê pirsîn û lêpirsîn ji karê xwe hatin avêtin. Em terkî mirina medenî kirin. Em kedkarên cemaweriyê yên bi KHK'yan ji karê xwe hatin dûrxistin û rê li pêxiya karên wan hatin girtin in. Em ji her fikrên cuda yên siyasî wekî kedkar bûm mexdûrê ve zilmê. Em mafê xwe dixwazin. Em mafê xwe yê bi OHAL û KHK'yan ji destê me hatiye girtin paşve dixwazin."    Di encamnameyê de bang li hemû kedkar û karkerên ku bi KHK'ê mafê wan ji destê wan hatiye girtin kirin û wiha lê zêde kirin: "Em ji bo li karê xwe vegerin û mafê xwe yê zagonî bi dest bixin, ji bo welatekî ku hemû maf bên dayîn têdikoşin. Em hemû kedkarên mexdûrên KHK’ê, bang li henû mexdûran dikin ku xwe bi rêxistin bikin û bên cem hev û bi hevre têkoşînê mebizin bikin. Dê tu kes edaletê diyarî me neke. Em ê bi têkoşînê edaletê bi dest bixin."