Li Merîwanê 2 kolber hatin qetilkirin 2020-07-21 12:16:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li Merîwanê êrişî Kolberan kir û du kober qetil kirin. Îranê di nava meha dawî de 11 kolber kuştin    Li gorî nûçeya ROJnewsê ya ji Kolbernewsê girt, hêzên supayê yên pasdarên rejîma Îranê li gundê Tete yê girêdayê bajarê Merîwanê gule li kolberan barandin. Di encama gulebaranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û kolberek jî di dema êrîşê de ji zinar kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de hêzên rejîmê 500 kolber jî destgîr kirine û dest danîne ser kelûpelên wan. Pêr jî li ser sînorê Çaldiranê hêzên rejîma Îranê êriş biribûn ser kolberan. Di wê êrişê de jî kolberê bi navê Ramîn Bilixkanlû birîndar bûbû.   Hat diyar kirin ku Rejîma Îranê di nava meha dawî de herî kêm 11 kolber kuştin û 24 jî birîndar kirin.