ÎHD: Bi lez kesên di bin çavan de berdin 2020-07-21 12:19:25   STENBOL – Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo kesên di 5'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de xwestin daxuyaniyê bidin û hatin binçavkirin, bang li rayedaran kir û xwest bi lez kesên hatine binçavkirin serbest berdin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê,  ji bo kesên di 5'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê ya 33 ciwanên sosyalist hatibûn qetilkirin de xwestin daxuyaniyê bidin û hatin binçavkirin, daxuyaniyek nivîskî weşandin. ÎHD'ê di daxuyaniyê de bang li rayedaran kir û xwest bi lez kesên hatine binçavkirin serbest berdin. ÎHD'ê da zanîn ku kesên beşdarî çalakiyê bûn, bi lêdan û îşkenceyê hatine binçavkirin. Mafê wan ê azadiya ramanê û daxuyaniya demokratîk ku bi destûra binehîn tê parastin hatiye îhlalkirin. Kesên ku cesaret nakin bi rastiya komkujiyê re rû bi rû bimînin, dê nikaribin vê hafizaya ku bûye neqrek reş li dîrokê ketiye jê bibin. Çi bikin bila bikin ev rasti dê îleh derkeve holê. Dê nikaribin daxwaza edaletê bêdeng bikin. Divê hemû kesên hatine binçavkirin serbest berdin. Me Pirsûs ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin."