Dibe ku nesla hirçên cemserê di vê sedsalê de tune bibe 2020-07-21 12:26:34   ENQERE – Li gorî xebata dawîn a mirovên zanîstê ya têkildarî guhertina avhewayê, nesla hirçin cemserê ku qadên wan ên jiyanê her ku diçe kêm dibin, dibe ku heta dawiya vê sedsalê de tune bibe.    Li gorî raporeke ku ji aliyê zanistan ve têkildarî guhertina avhewayê hatiye amadekirin û roja duşemê di Kovara Guhertina Avhewa û Xwezayê (Nature Climate Change) de hat weşandin, nesla hirçin cemserê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Di raporê de sedema vê yekê jî helandina qada wan a jiyanê ku her roj kêm dibe, hatiye nîşandan. Li gorî raporê dibe ku heta dawiya 2100’î de nesla hirçin cemserê tune bibe.