Rojnameger Orûç nehat berdan 2020-07-21 13:02:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Orûç ê girtî, di danişîna yekemîn a doza derbarê wî hatibû vekirin de, nehat berdan.    Rojnameger Azîz Orûç ê ji ber dozên li Tirkiyeyê lehatibûn vekirin, xwestibû ku bi rêyên nefermî biçe Ermenîstanê, li Îranê hatibû girtin û piştî îşkenceyek giran terkî sînorê navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû kirin û di 11'ê Kanûna 2019'an hatibû binçavkirin û girtin, derket pêşberî dadgehê. Rojnameger Orûç, di yekemîn danişîna xwe ya li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin de, nehat berdan. Girtî Mûhemmet Îkram Muftuoglû û Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek ên bi Orûç re dihatin darizandin, hatin berdan.        Danişîna Orûç taloqî 21'ê Îlonê hat kirin.