Prof. Dr. Pala li ser gilîkirina Walîtiyê parastin da 2020-07-21 13:32:21   BÛRSA - Prof. Dr. Kayihan Pala ku ji ber hişyariya vîrûsa koronayê kiribû û Walîtiya Bûrsayê giliya wî kiribû, parastin  da rektoriyê. Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz, di çalakiya piştgiriya Pala de axivî û got ku Kayihan Pala rûyê wan ê spî ye.    Prof. Dr. Kayihan Pala, ji ber ku têkildarî vîrûsa koronayê de hin hişyariyan kiribû, Walîtîya Bûrsayê, giliya wî kiribû. Li ser gilîkirina Walîtiyê ji aliyê Zanîngeha Ûlûdagê ve derbarê Pala de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Pala, parastina xwe da rektoriyê. Hempîşeyên Pala bi armanca piştgiriyê li ber Rektoriya Zanîngeha Ûlûdagê çalakiyek li dar xistin û daxuyanî dan. Parlamnterê HDP’ê Necdet Îpekyuz, parlamebterên CHP’ê Nûrhayat Altaca Kayişoglû û Orhan Saribal û Serokê Konseya Navendaî ya TTB’ê Sînan Adiyaman jî tevlî çalakiyê bûn.   LÊPIRSÎN ÊRÎŞ E   Sînan Adiyaman, di çalakiyê de axivî û lêpirsîna derbarê Pala de wiha şîrove kir: “Em lêpirsînê weke êrîşa li ser mafê xwegihandina agahiyên rast, zanîst û TTB’ê dibînin. Li ser gotinên Pala di civakê de tu rewşeke awarte çênebûye. Welatî û Wezareta Tenduristiyê ji hişyariyên Pala sûd wergirtine. Tenê li Walîtiya Bûrsayê rewşeke awarte çêbûye.    BERTEK NÎŞAN DAN   Necdet Îpekyuz jî destnîşan kir ku rêxistinên li cem jiyan û tenduristiyê tên dorpêçkirin û wiha got: “Divê zanibin ku dîrok tê nivîsandin. Kayihan Palan rûyê spî yê me hemûyan e. Pêwîstî bi zanîst û azadiyê heye.” Parlamenterên CHP’ê Kayişoglû û Saribal jî axivin û bertek nîşanî lêpirsîna derbarê Pala de dan.