Parêzerê doza mexdûrên Serêkaniyê: Faîlan nediar dihêlin 2020-07-21 13:37:16 RIHA –  Parêzerê mexdûrên doza  Serêkaniyê ku piştî 2 polîs hatin kuştin û ev yek kirin sedema xerakirina pêvajoya “Çareseriya Demokratîk", Prz. Eyyüp Sabri Tinaş, diyar kir ku dosya ji aliyê polîsan û rayedarên cemaweriyê ve terkî nediyariyê kirine û faîlên dosyayê nediyar dihêlin.    Di ser kuştina 2 polîsên ku li Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatin kuştin re 5 sal borîn. Piştî li Serêkaniyê di 22'ê Tîrmeha 2015'an de 2 polîs li malên xwe hatin kuştin, hikûmetê pêvajoya “Çareseriya Demokratîk" bi dawî kir û ev yek kirin sedema şer. Bi vê bûyerê re ji nûve şer îlan kirin. Beriya bûyera Serêkaniyê, di 20'ê Tîrmeha 2015’an de li Navçeya Pirsûs a Rihayê 33 ciwanên sosyalîst ên xwestin polîstokan bibin ji zarokên Kobanê ji aliyê endamên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Îqtîdara ku dixwaze ser komkujiya Pirsûsê veşerê, kuştina 2 polîsan kir hinceta şer. Piştî kuştina 22 polîsan TSK'ê di 24'e Tîrmehê de li dijî Qandîlê êrîşên hewayî pêk anîn û şer îlan kirin.    Piştî di 22'ê Tîrmehê de polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Acar li malên xwe yên li Serêkaniyê hatin kuştin, li navçeya Serêkaniyê polîsan 10 welatî binçavkirin û di binçavan de îşkence li 10 kesên kirin. Piştî sewqî dadgehê kirin, heyetadadgehê ji 10 kesan 7 kes girtin û şandin girtîgehê. Waliyê wê demê yê Rihayê û Midûrê Polîsan ê Rihayê polîsekî 3’emîn nîşan dan û diyar kirin ku di kuştina 2 polisan de tiliya polîsekî din heye. Lê li gel vê yekê Serokomar  Tayyip Erdogan israr kir ku bûyer bi destê PKK'ê pêk hatiye. Her çend di lêpirsînê de polîsan îfadeyên bi nakokî dan jî bûyer nehat ronîkirin û lêpirsînek berfireh nekirin. Dîsa şopê tiliyan ên polîsên ku li mala 2 polîsên hatin kuştin hatin ditin esas nehat girtin. Dozger û dadgerê ku 7 welatiyên eleqeya wan ji meseleyê tune girtin û şandin girtîgehê, piştre ji doza Fethullah Gulen hatin girtin.    Di 4’emîn û 13’emîn danişîna dozê de kesên mexdûr Lutfi Abîr, Murat Abîr, Omer Kiliç, Sedat Aydin, Hasan Aydin, Huseyin Aydin û Nacî Yilmaz  hatin berdan û piştî darizandinê beraet kirin. Derket holê ku tu eleqeya wan ji bûyerê tune ye.    ÇEWAL XISTIN SERÊ ME   Mexdûr Sedat Aydin ku di pêvajoya 5 salan de 2 sal û 8 mehan girtî ma, qala neheqiya lê hatiye kirin vegot. Sedat Aydin, diyar kir ku piştî bûyerê polîsan bi ser malê wan de girt û çewal xistin serê wan û bi wî awayî binçav kirin. Aydin wiha got: "Em bi sucdariya cînayetê binçav kirin. Ji bo em sûc qebûl bikin îşkenceya giran li me kirin. Hêj çend saet di ser cînayet re derbas nebûn em li malê binçavkirin. Diyar bû ku li qurbanekî digeriyan. Ev per aşkere diyar bû ku kujer dizanin, lê li qurbanekî din digerin. Polîsên ku îşkence li me dikirin jî aşkere ev yek digotin. Lê digotin tiştekî em bikin tune, divê hûn vê yekê qebûl bikin."    ‘BI BERAETÊ DIXWAZIN DOSYAYÊ BIGIRIN   Aydin, anî ziman ku 14 caran derket pêşerî dadger û her carê bi şanoyek cuda re rû bi rû ma û wiha lê zêde kir: "Bi salan danişîna dozê berdewam kir. Lê dadgehê tu delîlên şênber bi dest nexist. Dadgehê darizandin bi beraetê bi encam kir.  Ji bo ser dozê û dosyayê bigirin em beraet kirin. Li cihê bûyerê şopa 6 tiliyên polîsan hatin dîtin. Ger ku dozê berdewam kiribûya dê rastî derketa holê. Biryara beraetê ji bo dosyayê bigirin dan. Kesên bi rastî bixwazin dosyayê ronî bikin di karin di nava çend rojan de ronî bikin. Kesên di dosyayê de delîl tune kirin sucdaran diparêzin."     'KUŞTINA 2 POLÎSAN  KOMPLO BÛ'    Parêzerê dozê Eyyup Sabrî Tinaş jî anî ziman ku ji bo pêvajoyê xera bikin ev bûyer pêk anîne û wiha axivî: "Ev bûyer komplo bû. Ji ber vê yekê ji destpêkê de em şopdarê dozê û dosyayê ne. Tu eleqeya muwekilê me û cînayetê bi hev tune bû. Ev yek ji şiklê binçavkirina wan diyar bû. Delîl û girtek tune kirin. Me diyar kir ku Midûriyeta TEM'ê ya Polîsan a Rihayê delîlan ava dike û me xwest der barê vê yekê de lêpirsîn bê vekirin. Heta salekê der barê naveroka dosyayê de biryara veşarî hebû. Piştî salek şûnde doz vekirin. Delîl tune kirin. Li gel ku şopên tiliyên polîsan hatin dîtin, lê ev delîl li ber çavan negirtin û lêkolîn nekirin. Şopa tiliyên 3 polisan hatin dîtin. Lê ev belge ji aliyê midûriyeta polîsan ve hatin veşartin.    ŞOPA TILIYÊN 3 POLÎSAN JI WÊ MALÊ DERKET    Tinaş, anî ziman ku balkêş e beriya lêpirsînê îfadeya wan polîsan hatiye girtin û wiha bi dawî kir: "Gotin meseleyek navxeyî ye û îfadeya wan hatibû girtin. Polîsekî di îfadeya xwe de gotibû; ‘6 meh in em neçûbûn wê malê. Lê ji wan polîsan şopa tiliya 3 polisan li wê malê derdikeve. Dîsa xwediyê marketa binê wê mala ku polîs lê tê kuştin Şeyhmus Saglam, diyar kir ku 2 polisên hatin kuştin û 5 polîsên din bi hevre hatin marketê. Kola û dendik stendin. Ev beriya bûyerê pêk tê. Şopa tiliya 3 polîsan di nava 5 polîsên ku hatin marketê de derketiye. Me xwest der barê wan polîsan de lêpirsîn bê vekirin. Piştî me ev yek daxwaz kir, dozger der barê dosyayê de mutalaa xwest û biryara dosyayê da.      MA / Bariş Polat