Platforma Ked û Demokrasiyê: Li şûna tecawizkaran jinên têkoşer digirin 2020-07-21 19:11:55   AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê êrişên zayendî yên li dijî zarokan ji aliyê çawişên pispor ve tên kirin daxuyanî da û êrişan şermezar kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî destdirêjî û tecawiza li dijî zarokan bi destê çawişên pispor ên esker pêk tên xwest li ber Plaza AZC'ê ya Ofîsa Amedê daxuyanî bide çapameniyê. Polîsan li ber AZC'ê destûr neda daxuyaniyê. Li ser vê yekê endamên Platformê li Parka Xezal a li Ofîsê daxuyanî da çapemeniyê.    Daxuyaniya bi sernavê “Ji destdirêjiya li hember zarokan re na!” a ji aliyê Berdevka Demê ya Platformê Newroz Kayran ve hat xwendin wiha ye:   “Nûçeyên derbarê zarokên ku hatine îstîsmar kirin û jinên ku rastî tundîyê hatine li pêy hev tên û bi dawî nabin. Ya xirabtir jî tecawiz û tundîya li hember jin û zarokan bitenê daneyên wek nav, hejmar an jî îstatîstîk tên rojevê û di nava demê de, tê ji bîr kirin û asayî dibe. Di her du rewşê de jî gelek varyasyonên ji hev cuda hene lê her rewşê de li şûna kesên tecawizkar, mexdûrên vê rewşê wek sûcdar têne nîşan dan.   Rayedar li şûna ku gavên pêwîst bavêjin daxûyaniyên derveyî wîcdan û mantiqê wek ji bo zewacên temên biçûk ‘di kevneşopiya me de heye’, ji bo tecawizan ‘ji careke tiştek nabe’, ji bo êrîşên zayendî ‘rizaya zarokê heye’ an jî ‘dij derneketiye’ didin. Ji ber ku sîstema hiquqê ku nayê xebitandin sûcdar cezaya tawanên xwe bibînîn û rayedar jî gavên pêwîst navêjin em her ku wek ‘bila ev dawî be!’ diqîrin û her roj bi fikara bûyerek nû dijîn.   Herî dawî li Şirnex û Êlİhê ji aliyên endamên hêzên çekdar ên dewletê ve li hemberî 2 zarokên me re êrîşa zayendî pêk hat û yek ji wan hewla xwekuştinê da. Faîlê destdirêjiya ku li Êlihê pêk hatibû serbest hate berdan û sûcdarê bûyera li Şirnexê jî bi daxûyaniyên Walîtîyê ji aliyê dewletê ve hate parastin.    Çekdarên dewletê erkên xwe wek zirxek dibînin û li herêmê li gel her cure zext û êrîşê û bi ser de jî li hember zarokan êrîşên zayendî pêktînin. Ev yek nayê qebûl kirin. Helwesta xemsar a desthilatdariyê ya li hemberî bûyerên wiha di civakê de bûye sedema şikestin û perçe bûnên mezin.   ÊRIŞÎ TÊKOŞÎNA JINAN DIKIN    Divê neyê ji bîr kirin ku Komara Tirk; ji bo pêşî lê girtina sûcên zayendî yên hemberî zarokan û parastina zarokên mexdûrên di Peymana  Lanzorate de cîh girtiyê. Heman demê de Komara Tirkiye di Peymana Stenbolê jî cîh digre ku pêşî lê girtina şîdeta li dijî jinê û parastina mexdûran berpirsyarîyên girêdar dihewîne. Lê desthilatdariya niha berpirsyariyên xwe yên ji ber wan peymanan nayîne cîh û di heman demê de kes û saziyên ku li hemberî bûyerên wek tecawiz, kuştina jinan dengê xwe derdixin û têkoşînê dimeşînin bi zext, binçav kirin û girtinê dixwaze bêdeng bike.   ÊM Ê BIQÎR IN    Hikumet bi anîna rojevê ya derketina ji Peymana Stenbolê xemsariya xwe ya hemberî pêşî lê girtina şîdeta hemberî jinan û ceza kirina sûcdaran careke din nîşan da.   Em sepandina wan peymanên ku di berjewendiya zarok û jin û bi giştî hemû civakê de ye û darizandin û ceza kirina sûcdaran li her platformê bêyî westan wek dengê ku zarokên me nikarin derxînin em diqîrin!   Emê dev ji sopandina dozan bernedin! Emê zarokên xwe teslîmî tarîtiyê nekin! Emê nehêlin ku hûn destên we yên qirêj ku pişta tecawazikaran mist dide dirêjî zarokên me bikin! Emê piştgirî û têkoşîna jinan di her rewşê de mezin bikin! Lêborîna destdirêjiya ser zarokan nabe!”