Ûgûrlû: Heke pêşiya Ocalan were vekirin wê Tirkiye bêhnê bistîne 2020-07-22 09:05:22 STENBOL – Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê tecrîdkirin û got: “Heke pêşiya birêz Ocalan were vekirin dê Tirkiye bêhnek rehet bistîne.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di nava şertên giran de tê tecrîdkirin û ji 27’ê Nîsanê ve tu agahî jê nehatiye wergirtin.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû têkildarî tecrîdkirin û agahî wernegirtina Ocalan axivî. Ûgûrlû diyar kir ku divê her kes li dijî tecrîdkirina Ocalan dengê xwe derxe.    ‘EW JI BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞE’   Ûgûrlû da zanîn ku tecrîdkirin tenê bi Ocalan ve sînorkirî nemaye û got: “Di şexsê birêz Ocalan de tevahiya gelê kurd û Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Divê ev tecrîk wek astengiya li pêşiya diyarkirina çarenûsa gelan were dîtin. Heke fersendê bidin birêz Ocalan wê ji bo gelê kurd, gelê tirk û gelên din ên Rojhilata Navîn aştiyek mayînde pêk were. Me hemûyan dît ku dema fersend ket destê birêz Ocalan ji bo şert û jiyanek wekhev xizmetek çawa kir. Tevî tecrîdkirina giran jî hêj ji bo aştiyê di nava hewldanan de ye. Lê îqtîdar dixwaze Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi yekperestiya ziman, dîn û nijadê birêve bibe.”    TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN    Ûgûrlû diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ne bi Tirkiyê ve girêdayî ye û li erdnîgariya Rojhilata Navîn bûye sedemê xwîn rijandinê. Ûgûrlû got dema ew li rismê li Rojhilata Navîn dinêrin dibînin çiqas tecrîdkirina Ocalan giran e.    ‘WÊ TIRKIYE BÊHNEK FIREH BISTÎNE’    Ûgûrlû destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê teê ne kurd hemû aliyên li Tirkiyê serê xwe li ber feraseta yekperest natewînin rabin û îtîraz bikin û got: “Çimkî dema ev tecrîd were rakirin wê rêyên aştiyê vebibin. û wê rê li ber felsefeya jiyana bi hev re were vekirin. Ji bo dawîkirina şer û pêkanîna aştiyê wezîfe dikeve ser mile her kesî. Binêrin bacên ji xelkê tên sitendin hemû ji bo polîtîkaya şer tê xerckirin. Lê divê ev bac li tevahiya xelkê were belavkirin û pêdiviyên xelkê pê werin dabînkirin. Ji bo em ji vê yekê re bêjin raweste divê gel hemû bi hev re mil bide mile hev û têbikoşe. Heke tecrîda li pêşiya rola birêz Ocalan dibe asteng were rakirin û pêşiya birêz Ocalan were vekirin wê Tirkiye bêhnek rehet bistîne. Xelek li dijî tecrîdê ye.”    MA / Ferhat Çelîk