‘Ceza li ser cezayê pêk tê, tecrîd li ser tecrîdê pêk tê’ 2020-07-22 09:29:45 STENBOL – Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Stenbolê parêzer Destîna Yildiz diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye û got: “Li girtîgehan polîtîkaya ceza li ser cezayê tê sepandin.”    Li girtîgehan her ku diçe zext, binpêkirina mafan zêde dibe. Bi şewba vîrûsa koronayê re jî binpêkirina mafan derket asta bilindtir. Li gelek girtîgehan girtî li dijî binpêkirina mafan û nedermankirinê dest bi grevên birçîbûnê kirine. Girtî dixwazin astengkirina mafên wan werin rakirin û dawî li binpêkirina mafan were. Bi taybetî tê gotin li girtîgehên herêma Marmarayê mafên girtiyan tê bipêkirin û ew jî li dijî vê her roj saet di 12.00’an de bi çepikan û berzkirina dirûşman vê yekê şermezar dikin.    Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê parêzer Destîna Yildiz û endamê Komîsyonê Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Mehmet Acettîn behsa binpêkirina mafên girtiyan kirin.    ‘CEZA LI SER CEZAYÊ PÊK TÊ’    Parêzer Yildiz diyar kir ku bi şewba koronayê re li girtîgehan binpêkirina mafan ên cidî dest pê kirine û zêde bûne û got: “Şewbê dikin hêcet û sepanên rê li ber binpêkirina mafan vekiriye ketiye rewşek rûtîn. Hemû mafên girtiyan ji destê wan hatiye girtin. Girtî di girtîgehê de tên zîndanîkirin. Li girtîgehan sepana polîtîkaya cezayê li ser cezayê xistine dewrê. Hemû mafên wan civakî hatine desteserkirin. Ji bilî hucreyên xwe nikarin derkevin cihek din. Li ser cezayê li wan hatiye birîn cezakirinek din jî tê sepandin. Girtî tên tecrîdkirin. Sewqêm girtiyan ên ji bo nexweşxaneyan hatine sekinandin. Ev yek jî bi taybetî jiyana girtiyên nexweş dixe bin xetereyek mezin. Ji mafê tenduristiyê û jiyana girtiyan hemû dewlet berpirsiyar e. Ev sepanên tên birêvebirin li dijî hiqûqê ne. Divê girtî demildest werin dermankirin. Girtî tên îzolekirin. Ev polîtîkaya tecrîdkirinê ye.”    ‘TECRÎD LI SER TECRÎDÊ PÊK TÊ’    Mehmet Acettîn jî bal kişand xetereyên li ser girtiyan û got: “Bi taybetî girtiyên nexweş ên di grûbên rîskê de ne hene. Ev girtiyên rewşa wan bi xetere divê demildest werin berdan. Di pêvajoya şewbê de dewletê rewşê veguherand fersendê. Ji bo kesên wek Alattîn Çakici efû heye lê bi hezaran girtî hêj tên tecrîdkirin û rewşa wan ber bi xerabiyê ve diçe. Tecrîd li ser tecrîdê pêk tê. Her roja ku diçe jî binpêkirina mafan zêde dibe. Rewşa girtiyên i herêma Marmarayê ne baş e. Lazime bi awayek hevpar li dijî van neheqiyên li ser girtiyan sere derketin.”    MA / Mehmet Aslan