Ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş serî li AYM’ê da 2020-07-22 11:02:30   AMED – DMME’yê derbarê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de ji ber axaftina wî biryara binpêkirinê dabû. Lê Dadgeha Tirkiyê biryarê red kir. Parêzerê Demîrtaş vê carê jî serî li AYM’ê da.   Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê niha girtî ye dema Serokê Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê bû di sala 2005’an de beşdarî Roj TV dibe û ji ber axaftina wî bî îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê tê vekirin û ji ber vê Dadgeha Amedê di sala 2010’an de 10 meh ceza li Demîrtaş dibire û cezayê wî tê taloqkirin. Demîrtaş li ser vê yekê ji bo mafê wî hatiye binpêkirin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. DMME’yê di tîrmeha 2019’an de derbarê Demîrtaş de biryara mafê azadiya ramanê hatiye binpêkirin da û Tirkiyê mehkûmî 2 hezar û 500 Euro tezmînata manevî û 1000 Euro tezmînata mesrefê dadgehê dike.    Piştî biryara binpêkirinê ya DMME’yê parêzerê Demîrtaş, Mesût Beştaş serî li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dide û dixwaze di çarçoveya biryara DMME’yê de miwekîlê wî were beratkirin. Daxwaza Beştaş a ji nûve bila Demîrtaş were darizandin û beratê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Li ser vê redkirinê Beştaş li ser navê Demîrtaş serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.