Agahî ji Eylema 16 salî nayê girtin 2020-07-22 11:26:21   ÎZMÎR – Ji duh ve agahî ji Eylem Hidirpete ya ji Îzmîrê diçû Manîsayê nayê wergirtin.    Eylem Hidirtepe ya 16 ku li navçeya Menemenê ya Îzmîrê dijî di 21’ê tîrmehê de çû Manîsayê û winda bû. Hat gotin ji duh ve agahî ji Hidirtepe ya çûye Manîsayê nayê girtin. Hidirtepe herî dawî saet di 20.00’an de li taxa Cumhuriyetê ya Manîsayê tê dîtin û li serê cilê grî hebûye. Malbatê li ser newergirtina agahiyê serî li emniyetê da.    Xwişka wê Dûygû Hidirtepe diyar kir ku xwişka wê û bavê wê li hev nekirine û li ser vê yekê xwişka xwe şandiye cem dayika xwe Manîsayê û dema şandinê wê li otobusê jî siwar kiriye. Dûygû Hidirtepe da zanîn ku xwişka wê gihîştiye malê, eşyayên xwe daniye malê û derketiye derve û gotiye dê demildest vegere û ji duh ve agahî jê nayê girtin. Hidirtepe got yên xwişka wê bibînin dikarin li van her du hejmaran bigerin û 05423103488 - 05362022406 agahî bidin wan.