Tirkiye ku li Sûriye negihişt armanca xwe çav berda Libyayê 2020-07-22 12:43:32 QAMIŞLO - Tirkiye ku ji bo çavkaniyên petrolê yên li Sûriyeyê bi dest bixe bi hevkariya komên çekdar ket Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Tirkiye ku li Sûriye çavkaniyên petrolê bi dest nexist, niha çav berdaye axa Libyayê. Tirkiye li hemberî plana ku bi Hêza Mutabakat a Neteweyî (UMH) re Bajarê Sirte û Cufra bi dest bixin, vê carê Misir derket pêşberî wê.   Di ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê re 9 sal borîn. Di şerê navxweyi yê li Sûriyeyê de Tirkiye her tim bi awayekî veşarî xwest li Sûriyeyê bibe xwedî par. Piştî bi destê komên çekdar li Sûriye negihişt armanca xwe vê carê TSK'ê bi tang, top û balafiran li dijî Efrînê di çileya 2018'an de şer kir û di 18'ê Adarê de ketin Efrînê. Salek şûnde dîsa TSK û OSO/MSO di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî şer kir û ketin Serêkaniyê û Girê Spî. Lê piştî ku Tirkiye tişta dixwest li Sûriye bi dest nexist vê carê berê xwe da Lîbyayê. Piştî ku Tirkiye çav berda Lîbyayê. DYA, Rusya û Hêzên Ewropa jî bi hevre ketin axa Lîblayê û hatin beramberî hev. Tirkiye li aliyekî amadekariya êrîş û şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, li aliyê din dixwaze li Libya çavkaniyên petrolê bi dest bixin. Geşedanên li Sûriye û Lîbya bûye sedem ku li Rojhilata Navîn û xeta Bakurê Efrîqa geşedanên siyasî û eskerî pêş dikevin. Geşedanên ku li Libyayê pêş bikevin û di nava Misir û Tirkiyeyê de pêş bikevin dê bandora xwe li ser Sûriyeyê jî bike.    Encamên civîna di 25'ê Hezîrana 2019'an de li Îsraîlê di navbera Rûsya û DYA de pêk hat, bandora xwe li ser herêmê dike. Komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan di encama peymanê de ketin bajarên Serêkanîye û Girê Spî. Piştî Tirkiye ket Rojava DYA hêzên xwe ji Kobanê, Rakka, Minbiç, Tabka û Eyn Îsa vekişand. Piştî DYA hêza xwe vekişand, Rûsya hêza xwe li vir bi cih kir. Tê diyar kirin ku Tirkiye tenê bi van êrîşan nayê ser u di demên pêş de plan dike ku êrîşên nû pêk bîne.    Tê armanckirin ku peymana di navbera DYA û Rusya de bi navbênkariya Îsraîlê pêk hat li Libyayê têxin meriyetê. Lê rewşa jeopolitik a Lîbyayê û aktorên wê ji Sûriyeyê cudatir in. Piştî NATO li Libya aşkere piştgirî da Tirkiye ya aşkere piştgiriyê dide Hêzên Mutabakat ê Neteweyî (UMH), hewaya elehê Hêzên Halife Hafter ji nişka ve berovajî bû. Hêzên Mutabakat ên Neteweyî ku li Trablusê hatin asêkirin, hindik mabû ku ji Libyayê derkeve, Sanaryoya ku DYA li Sûriye lîst, vê carê Rûsya heman sanaryo li Libyayê lîst. Rusya xwe ji derdora Trablus, Barageha Vattiye, Tarhuna, Zintan, Zvara, Assa, Benî Velid xwe kişand û destûr da ku UMH lê bi cih bibe. Piştî destê Tirkiye li Libyayê bi hêz bû jî xwest li bajarê Sirte û Cufrayê bi cih bibe. Li herdu bajaran jî cihê xetên petrol û enerjiyê lê zêde ye.      Di hefteyên dawî de di navbera hêzên UMH û Artêşa Neteweyî ya Libyayê ya girêdayî Halife Hafter de şer zêde dibe. Tirkiye di bicihbûna Sirte û Cufra  de israr bike vê carê Misirê li heberi xwe dibîne. Dîsa Fransa û Erebîstana Suudî û Emîriyên Ereb ên Yekbûyî, Îsrail, Yunanistan u Bakurê Kibrisê wekî eniyekî cuda li Libya piştgiriyê didin artêşa Halife Hafterê.  Tirkiye ku li Sûriye petrol û enerjiya bi dest nexist dixwaze li Libyayê bi dest bixe. Lê vê carê Misir, Welatên Ereb û Firansa li hemberî xwe dibîne.    MA / Nazim Daştan