Tecawizkar Mûsa O. jî gotiye ‘min alkol vexwariye’ 2020-07-22 14:45:17 ÊLIH – Derket holê ku çawişê pispor Mûsa O. yê tecawizî Î.E. kir û wê arasteyî întîharê kir di îfadeyê xwe de gotiye “min alkol vexwariye” û piştî parastinê hat berdan.  Çawişê pispor Mûsa O. li navçeya Qûbîna Êlihê jina ciwan Î.E desteser kiribû û tecawizê wê kiribû. Piştî vê yekê Î.E. xwestibû bi çekê întîhar bike û bi giran birîndar bûbû. Pişt re tecawizkar Mûsa O. hatibû binçavkirin û serbest hatibû berdan. Îfadeyên wî derketin holê.   GOTIYE ‘MIN ALKOL VEXWARIYE’    Tecawizkar Mûsa O. yê ji sûcê “îstîsmara zayendî ya bi wesf” hatibû binçavkirin ji aliyê Dadgeha Sêrtê ve bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Biryara nepeniyê danîne ser dosyeyê. Mûsa O. di îfadeyên daye dadgehê de îdîa kiriye ku bi hevre bûna zayendî bi Î.E. re nekiriye û êrişa zayendî red kiriye. Dozgeriyê rapora Saziya Tiba Edlî ya ku tecawizê piştrast dike ji Mûsa O. hatiye pirsîn. Mûsa O. vê carê jî xwe bi “min alkol vexwariye” parastiye.    MALBATÊ SERÎ LI ÎHD’Ê DA     Malbata Î.E. ji bo piştevaniya hiqûqî werbigire serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê da. Her wiha li ser daxwaza malbatê ÎHD’ê jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, Wezareta Parastinê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê daye û ji wan derbarê bûyerê û lêpirsînê de agahî xwestiye.    DERMANKIRINA WÊ DIDOME    Î.E. ya li pey xwe nameyek hiştibû û bi giranî xwe birîndar kiribû hêj li nexweşxaneyek taybet a Êlihê tê dermankirin. Serbijîşkatiya nexweşxaneyê gotiye xetereya ku Î.E. bi felc bimîne heye.    Li Şirnexê jî çawişê pispor Aslan A. yê li dijî zarokek biçûk îstîsmara cinsî pêk anîbû jî heman parastina “min alkol vexwariye” kiribû.